Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê Naciye Îke, ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da.
Dayika Aştiyê Naciye Îke sê meh bû li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê di beşa lezgîn de dihate dermankirin.
Îke ku bi kanser malzarokê ketibû di 2’ê Çileyê roja Pêncşemê de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Îke hate wergirtin û li Goristana Bajerge ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê hate veşartin.