Dayika Ayde Baran ku bi kurê xwe Çetîn Baran re axivî ,ku kurê wê baran ev 51 roj in di Girtîgeha Tîpa F’yê ya Tekîrdagê, Nimro 2’yê di greva birçîbûnê de ye, got, ”Çima hûn hê jî bêdeng in?”

Ayde Baran, dayika Çetîn Baran ê ku ev 51 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Tekîrdagê ya Nimro 2’yê di greva birçîbûnê de ye, xwest ku tecrîda li ser Ocalan rabe. Dayik Baran, got moralê kurê wê baş bûye lê ji ber sedema ku di raya giştî de baş nebûye rojev bi gazin in û diyar kir, divê êdî gavên kêrhatî werin avêtin.

Çetîn Baran (28) ku 2009’an hatî girtin, piştî  ku 7 mehan li Girtîgeha Pozantiyê ma, ji ber ku ne gihayî  bû bi rengê ku bê girtî bimîne were darizandin hate berdan. Dayik Baran got çawa ku kurê wê ketiye 18 saliya xwe dîsa hatiye girtin û domand, ”Kurê min hê zarok bû, rojekê birayê biçûk ê Çetîn bi bez hate cem min û got, ‘yadê, polîsan kurê te birin’. Kurê min bi  endamtiya rêxistinê hate girtin.”

‘ÇETÎN HEVALÊ MIN Ê HÊVÎR BÛ’

Dayik Baran dibêje, hê dema ku Çetîn di zikê wê de bûye ew ji Şirnexê çûne Mêrsînê. Dayikê got ew bi eslê xwe ji Êlkê ne, ew ji bêgavî di xeribiyê re derketine lê dîsa jî dewletê ew rehet nehiştine, li her deverê dewletê xwetiye ku ew girêdayî wan bin û dema ku wan jî dev ji eslê xwe neqeriyan dewletê ew kirine hedefa xwe.

Dayik Baran dibêje wan kurê xwe şandine dibistanê lê kurê wan ketiye nav xebatên ciwanan, jê re gotiye, perwerdehiya li nav partiyê û pirtûkên li wir li ti deverên din nîn in.

Dayik Baran dibêje, kurê wê piştre li firinekê xebitiye û piştre jê re gotiye, ”Yadê, ev karê hêvîr çendî zehmet e. Bi salan te nanê me çêdikir, me nizanîbû wiha zehmet e. Êdî ez ê jî alîkariya te bikim.” Dayik Baran wiha didomîne,”Bi rastî jî carinan hevîr distra, carinan jî dema ku ez nexweş diketim wî hevîr distra û nan çêdikir. Bûbû hevalê min ê tenûrê.”

‘DIPIRSIN’

Dayik Baran dibêje ji kurê xwe yê ku ev 9 sal in di girtîgehê de ye bêhtir fikara hemû girtiyan dike û got, ”Îro hevrêyên zarokên me weke Leyla û Yagız bedena xwe dane ber birçîbûnê. Daxwaza hemûyan yek e. Divê ev tecrîd demildest rabe. Hê çi qas berdêl wê werin dayin. Ne tenê li girtîgehan, bi têkoşîneke giştî heta ku ev tecrîd neyê şikandin, eta ku ev faşîzm neyê şikandin rehetî ji kesî ji me re nîn e. Kurê min herî dawî dema ku li min geriyayî got odeyên wan guherandine. Yên di grevê de û yên ne di grevê de ji hev vediqetînin da ku hevgirtina wan bişkînin. Her wiha gotin, ji ber bêdengiya li derve jî ew xemgîn in. Gote min, ”yadê, çima her kes pi bêdeng e?”. Ez jî dibêjim, ”çima hûn bêdeng in?”