Dayika Xebat Gengeç 53 salî ye û li navçeya Dilok li Şahînbeylî dijî. Bi bahaneya tevli xebatên siyasî bûye gelek caran hatiye girtin û li dijî wê doz hatine vekirin. 2 salan jî girtî maye.
Dayika Xebat, herî dawî çû hevdîtina kurê xwe û pismamê xwe yên girtî û li dijî wê doz hate vekirin. Dadgeha Tirk ku bûye amurê herî dijwar yê qirkirina siyasî, ew, bi 6 sal û 6 mehan ceza kir.
Dayika Xebatê got, Me, gelek zilm dît. Ji ber wê zilmê, di sala 1994an de, me, ji Cizîrê koçî Dilokê kir. Ji tirsa kontra, min navê xwe guhert. Kurê min 15 salî bi êşklencê hate girtin.
Ji ber ku çûm hevdîtina kurê xwe û pismamê xwe, di sala 2020an de, li dijî min doz vekirin. Ez girtim. Zarokên min tenê man. Yek hîna biçûk bû û yek jî astengdar bû. Salekê girtî mam. Piştre hatim berdan.
Niha jî ji ber çûna min ya serdana kurê xwe û kurapê xwe, li dijî min doz vekirine. Bombeya sîsê avêtin mala min. Ji bilî min kes li zarokê min yê astendar nanêre. Ez ne li malê bim, kes nikare lê binêre. Wê zarokê min bêxwedî bimîne. Niha 24 salî ye, nikare biaxive, nikare tiştekî bike.”
Dayika Xebat herî dawî got; Min serî li dadgeha jor da. Dixwazim piştgiriya min bê kirin. Vijdanê wan tune ye, ez bi 6 sal û 6 meh ceza kirime. Min çi kiriye, min mirov kuştiye, min dizî kiriye, min hişbir firotiye, gelo min çi kiriye? Min tenê gotiye ‘ez Kurd im’. Ez çûm hevdîtina kurê xwe. Ez bang li hemû kesî dikim. Em xwedî li hev derkevin. Em xwedî li hev dernekevin, wê ev zilm me hemûyan bikuje. Dixwazin ev dosya bê girtin û cezayê min rakin.