Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li girtîgihan, di roja 46’emîn de didome.
Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de Baran Eman (24) e ku di serdema qedexeyên derketina derve yên di 14’ê adara 2016’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate girtin û 35 sal û 10 meh cezayê zindanê lê hate birîn.
Bavê Eman, Mehmet û dayika wî Zahîde ên li navçeya Pirsûs a Rihayê, dijîn anîn ziman ku xwedî li daxwazên zarokê xwe derdikevin.
Bav Eman, bi bîr xist ku lawê wî Baran Eman ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê tê ragirtin di sala 2018’an de 135 rojan, di sala 2020’an de jî 127 rojan bi heman daxwazan ketibû çalakiya greva birçîbûnê û got:
“Em li bendê ne ku ev greva birçîbûnê ya vê carê encam bigire. Divê di serî de tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û azadiya wî ya fizîkî pêk were. Gefa li zarokên me tê kirin, gefa ku li me hatiye kirin e. Bêyî ku li van girtîgehan tiştên xerabtir bên jiyîn divê çareseriyek were dîtin.”