Seyfettîn Marti girtiyeke nexweşe.

Ji 2015’an heta niha li zindana bi Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin.

Di 2021’ê de krîza dil derbas kir û ji ber nexweşiyê gelek caran rakirin nexweşxanê.

Tevî vê ne tê tahliyekirin û hemû serlêdan jî tên redkirin.

Dayika wî Salîha Marti li ser rewşa kurê xwe axivî û got;

9 salê kurê min nexweşê.

Her tim derman bi kar tîne.

Agahiya me tûne ye ku derman didinê an na.

Kurê min ji ber em xemgîn nebin agahî nade me.

Carna girtî pir nexweş dikevin radikin nexweşxanê lê agahiya malbatan tûne ye.

Saliha Marti, ji bo girtyên nexweş bên berdan bang li raya giştî û rayaderan kir.

Li dijî van binpêkirinên mafan, ji bo bale bikşinîn li ser rewşa girityên nexweş ên giran, girtiyên zindana Jinan a Sîncanê, nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê re şandin.

Û ji bo muayenekirina girtiyên li zindanan serlêdan kirin.