Şandeyeke jinên Ewropî li ser vexwendina Akademiya Jineolojiyayê ya Rojava û bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê û naskirina xebatên jin li herêmên Bakurê Sûriyeyê vê sibehê gihiştin bajarê Qamişlo.
Şand ji edamên Rêxistina Mothers For Peace Delegation ango Dayikên Aşitiyê yên Enternasyonalîst ” Cloa Agistros û Conslevo Nunes ên ji Spanyayê, Daniele Hackman û Clavidia Lucas ên Almanî, Ana Maria ya Îtalî û Katrina Lacardin û And Hellen Near ên Fransî” pêk dihat ji aliyê Rêvebera Akademiya Jineolojiya Şervîn Nûdem ve hate pêşwazîkirin.
Endamên şandeyê destpêkê serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan, gaziyên şer ên YPG û YPJ kirin, paşê serdana Mal Jin a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo kirin û li ber avahiya Mala Jin daxuyaniyek ji bo raya giştî dan.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “8 sal in li ser şerê li Sûriyeyê re derbas dibe, ku bi êş û azaran re bi encam bû, her wiha hejmareke mezin kes ji ber şer û kiryarên terorîstan hewl didin xwe bighînin Ewropayê, ji ber vê yekê Deryaya Spî bû goristana wan mirovan, di beramberî wî dewletên Ewropayê deriyê xwe ji penaberan re girtiye an jî bi sar wan qebûl dike. Li aliyekî din Tirkiyeyê bûye çavdêriya penaberan ku li beramberî qebûlkirina wan gelek pereayan ji Komseriya Ewropayê digere.
Di saziyên çapemeniyê de, tenê îşaret bi deverên şer mîna Heleb an jî rizgarkirina Reqayê têne kirin, lê ji bo rewşa Efrînê?, Rola Tirkiyeyê ku endama NATO‘yê ye?, rola dewlete ewrupî ya çekdarî, êrîşa ku li Efrînê bi dagirkirinê encam bû û karîseta mirovî çi ne? çima Rûsyeya û Neteweyên Yekbûyî rê dane ku ev sînaryo pêk were?
Li Rojava çi diqewime? Li welatên me nezenebûneke derbarê rewşa Bakurê Sûriyeyê de heye. Wekî Dayikên Aşitiyê me biryar da ku dîrok, guhertin û pêşketinên li Bakurê Sûriyeyê bêtir nas bikin, ku şoreşeke demokratîk jinanî û ekolojîk e.
Li ser vê yekê em hatin Bakurê Sûriyeyê, beşeke herî mezin a serdana me ji bo Bakurê Sûriyeyê serdana şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên Tirkiyeyê û hevalbenêdn wê yên terorîst koçber bûne û naskirina rewşa wan a tenduristî, pêwîstiyên wî û perwerdeyê.
Em girîngiyê didin rewşa jin û zarokan ên ku rastî xeteriyan tên, her wiha nasakirina pêwîstiyên wan da ku van agahiyan radestî rêxistinên mirovî û desteyên piştgiriyê yên li welatê me, piştî ku em vegerin welatê xwe Almanya, Spanya, Fransa û Îtalya em li ser van bixebitin:
-Rewşa Rojava li ser nexşerêya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn, pêvajoya şoregerî, demokratîk, jinanî, ekolojîk û çandî yên hemû mezheb û baweriyan.
-Em ê balê bikşînin li ser rewşa rêxstin jiyana wekhevî, hevbeşî û rewşa aborî û astengiyên têne jiyankirin ji hemû aliyan ve lêkolîn bikin, her wiha girîngiyê bidin rewşa mirovan li kampan.
– Her wiha em ê balê bikişînin li ser gefên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û dagirkirin û binpêkirinên li wir têne kirin û derbarê wê de giliyan pêşkêşî rêxistinên navdewletî, parlamanto û Konseya Ewrop û Neteweyên Yekbûyî bikin.
-Di aliyê ragihandinê de me vê rewşa li Bakurê Sûriyeyê di gotar, nivîsan û bultenan de parve bikin.”
Tê payîn ku şande dê serdana saziyên jinan ên Rojava wekî “Kongreya Star, Akademiya Jineolojiya, gundê Jîn war, Desteya Tenduristiyê” û Kantona Şehbayê bikin.
Çavkanî Ajansa ANHA