Nobeta Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar yê parlamenterê DEM Partî, di roja 101an de dewam dike.

Meclîsa Jinan ya TUM BEL-SEN, endamên DEM Partiyê û xwendekarên zanîngehê ji ber dorpêça polîsan, li derî avahiya wezaretê serdana Emîne Şenyaşar kirin.

Piştre Dayikên Aştiyê yên ji Mêrsîn û Edene çûne serdana Emîne Şenyaşar û xwestin di roja dayikan de wê pîroz bikin.

Lê polîsan Dayikên Aştiyê li kolana wezaretê dorpêç kirin û re li ber wan girtin.

Dayikên Aştiyê çûne Kolana Buklum a Navenda Giştî ya DEM Partiyê û çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.

Dayikan diyar kir ku heta Emîne Şenyaşarê nebînin ew ji Enqerê naçin û demekî dirêj çalakiya rûniştinê pêkanîn.

Piştre Emîne Şenyaşar çû cem Dayikên Aştiyê

Dayikên Aştiyê Emîne Şenyaşar bi baqê gulan û diruşmeyan pêşwazî kir.

Emîne Şenyaşar li ber Navenda Giştî ya DEM Partî axivî û gazinc ji dorpêça polîsan û bêhiqûqiya dikin kir.

Emîne Şenyaşar got; 6 sal in li edaletê digerim, her dem rastî astengiyên desthilatdariyê hatime.

Kesên vê zilmê li me dikin, hewl didin lawê min jî di hucreyê de bikujin.”

Dayika Aştiyê Refîka Akin jî axivî û got;

Me xwest îro, ji bona Roja Dayikan li cem Emîne Şenyaşarê bin.

Lê em hatin astengkirin.

Ew ji edaletê ditirsin. Emîne Şenyaşar lêgerîna edaletê ya vî welatî ye, me hemûyan temsîl dike.

Em ê Emîne Şenyaşar, tu dema bi tenê nehêlin.