Dayikên Aştiyê êrîşa polîsên Tirk ên li Gebze û Qoserê ya li ser dayikan şermezar kirin û çarikên spî avêtin erê.

Meclîsa Dayikên Aştiyê li ser êrîşa polîsên Tirk ên li Gebez û Qoserê ya li ser dayikan bi dauyaniyeke şermezar kirin.

Dayikên Aştiyê li avahiya Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Amedê hatin cem hev. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz û Semra Guzel, aktivîsên TJA’yê, hevşaredariên jin ên HDP’yî jî hazir bûn.

Ji Dayikên Aştiyê Muşeer Ulker ku daxuyanî dayî bang li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir û got, ”Em dengê zarokên xwe ne. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em li ser rêya zarokên xwe ne.”

Ulker bi bîr xist ku polîsan bi jopan êrîş birine ser dayikên 70 salî û got, ”Zarokên me di greva birçîbûnê de ne û bedena xwe  dane ber mirinê. Em dayik in û kezeba me dişewite. Ji bo ku zarokên me nemirin em ji wan re dibine deng.”

Ulker, ”Ne ji bo ku bimirin dest bi vê grevê kirin. Em naxwazin ji girtîgehan tabûk derkevin. Bila ev tecrîd rabe.”

Parlamenter Salîh Aydenîz jî got tecrîd li ser hemû Tirkiyê hatiye danîn.

Aydenîz got tecrîd sedema krîza li Tirkiyê ye û got, ”Daxwaza rêzdar Leyla Guven çawa civakî be, ev berxwedan jî îro civakî ye.”

Aydenîz, têkilî êrîşa li ser dayikan jî got, ”nîşana rizîbûnê” ye û got, ”heke tecrîd neyê rakirin krîzên li Tirkiyê wê bidomin.”

Aydenîz got heke ji berpirsê siyasî yê her cenazeyê ku ji girtîgehê derkeve desthilata siyasî ye, diyar kir, polîtîkaya dijminatiya li Kurdan tiştekî bi dest Tirkiyê ve nayîne û got, ”Dijminatiya li Kurdan her roj bi we dide windakirin. Dîsa hûn winda dikin.”

Piştî axaftinan jinan çarikên xwe yên spî avêtin erdê û êrîşa terorî ya polîsên Tirk ên li ser dayikan şermezar kirin.