Dayika Gerîlaya YJA Starê Stêrvan Rojava, Zehra Mûsa berxwedana Gerîlla ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker silav kir.
Dayika Zehra Mûsa tevkariya hêzên PDK’ê ya bi artêşa Trik a dagirker re şermezar kir û got; Eger ne ji Gerîla bûya tiştek bi navê PDK’ê nedima.
PDK bûye alav di destê dewleta Tirk a dagirker de. Dewleta Tirk her carê wê ji bo armanc û planên xwe bi kar tîne.Lê PDKe qet nayîne bîra ku Gerilla di dema êîrşa çeteyên DAIŞê bi hawara wan çû û ew parastin.
Dayika Zehra Mûsa
got: Em li ser Gerîla natirsin. Serketin wê para Gerilla be. Dîrok şahida serketina Gerîlayên Azadiyê ye. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk hewl dide Gerîla têk bibe, lê her carê têk diçe.
Dayika gerîlayên YJA Star Bêrîtan Rojhilat û Dorşîn Rojhilat, Zîlan Mihemed
jî got: “Ne ji berxwedana Gerîla bûye hebûna me tune bû. Gerîla hêza yekane ye ku bi bawerî û israr parastina gelan ji êriş û planên pergalên serdest dike.
Dayika gerîlayê HPG’ê Gerîla Serêkaniyê Zubeyda Bozo
jîanî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Gerîla hewl dide gelan qir bike û koçber bike.
Zubeyda Bozo bal kişand ser tevkariya PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker re û got: “Divê PDK baş bizane ku dê dewleta Tirk ne dorsê wan ye wê roj werê dest ji berde.