Dayikên şehîdna yên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî Şehbayê bûne, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin.

Dayîkên şehîdan bi hêrseke mezin helwesta xwe ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyê diyar kirin. Dayîkên şehîdan êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê şermezar kirin.

Destpêkê Dayîka şehîd ‘Dara’ ya bi navê Zelox helwesta xwe diyar kir û wiha axivî: “Em li mala xwe bûn, me carekî dît ku balafirên dewleta Tirk li asîmanê Efînê difire û êrîşî welatê me, gund û warê me kirin. Ji ber êrîşan em ji gundên xwe derketin, piştî çend rojan ku em li Efrînê man dîsa ji ber êrîşên balafiran em di bin bombebarana wan ji Efrînê derketin. Başe çima ev dijmin wê me ji her derekê derbixînê, îro ji ber van êrîşên hovane em ji weletê xwe koçber bûn. Ji ber ku em Kurd in her tim bi êrîşan re rûbirû têne hiştin, ma ev dewletên ku li hev dicivin ti çareseriyekî wan ji bo rawestandina wan êrîşan re tineye? Lê gelê Kurd biçe kûderê jî derdora xwe şînkayî çêdike, gelekî afrîner e, rojek were ku eger dewletên mezin bixwazin tiştekî ji bo mirovahiyê bikin yê ji Kurdan fêr bibin.

Dayîka (Dara) wiha berdewam kir: “Bila her kes li hev bicive û hesaba vê gelî bike, êdî bes e ev gel ewqas di qirkirin û êrîşan re  rûbirû tê hiştin û her tim hinek ji wan wê koçberî derekê bibin. Ew her tim hewl didin Kurdan ji holê rabikin lê Kurd ji holê ranabin, bila baş bizanibin ku wê Kurd ji bin axê derbikevin û dawî li me nayê”

Dayîka şehîd Dara qala nerewatiya êrîşên dagirker yên dewleta Tirk kir û wiha pê de çû: “Em Kurd me çi ji wan kirî ku aniha êrîşî aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ma sedem çiye ku ew qas gel tê kuştin. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê xwe ji bo welatê xwe feda bikin.”

Dayîka şehîd ‘Mehmûd’ ya bi navê Cîhan jî li ser êrîşan nêrîna xwe wiha diyar kir: “Şerê ku hatî ser me şerekî pir giran bû, 72 balafir hatin ser Efrînê, ma Efrîn bi xwe jî biçûk e, 72 balafir li ser asîmanê Efrînê bigerin û li hemberî wê berxwdaniya 58 rojan berdewam kir, ew tiştekî pir pîroz bû.

Li me xistin, zarokên me hatin kuştin û malên me xirab bûn. We bi Ola Îslamê bang dikin dewletên Ewropa yên bi mafê mirovan bang dikin ka mafê Kurdan, ma çi barê me li ser wan dewletan hebû, em Kurd giştî sivîl in lê em di milî mejî de bihêzin. Me ti carî şerê xwe nebir ser ti dewletan lê wan şerê xwe anî ser Kurdan ji bo Kurdan tine bikin. Ji ber berxwedaniya 58 rojan ya li Efrînê ku berxwe da wê carê şerê xwe bir Serê Kaniyê, Qamışlo û Dirbesiyê. Ma me Kurdan bi wan çikirî, ma mafê mirovan tineye.”

Dayîka Şehîd ‘Mehmûd’ di axaftina xwe got, “Heskirina herî saxlem li cem Kurdan tê dîtin. Mafê mirovan kanî, ma em dibînin ciqas dewlet li hev dicivin, giştî ji bo berjewendiya xwe kar dikin û li ser me karê xwe dimeşînin.  Zarokên me difroşin û me didin kuştinê, ma dewleta Tirk çi ji me dixwaze, Serê Kaniyê hate şewtandin, bi kîmyasalê lêdan, em berxwedaniya xwe ji bo rûmeta xwe, ji bo zarokên xwe dikin, ma ka zarokên me em ê zarokên xwe ji kê bixwazin, em Kurd ti carî dest ji mafê xwe bernadin û ti carî ji mirinê natirsin.”

Dayîka şehîd ‘Mehmûd’ di axaftina xwe de ev jî anî ziman: “Em ti carî ji balafirên wan natirsin, em ê berxwedaniya xwe bikin, lê bila deweletên mezin bang li welatên Ewropa bikin ya ku dibêje ez dewleta herî mezinim. Bila mafê Kurdan bidin Kurdan, em bê kezeb dijîn lê em bê welat najîn.

Em dibêjin di cîhanê de ciqas Kurd hene bila giştî bi yek bin, bi yek dengî banga xwe bike, zarokên me ji bo welatê xwe xwîna xwe didin, bi kuştinê dawî li me nayê. Em dayîkên şehîdan em ê ji bo welatê xwe çekan rabikin, ji ber tirsa me ji ti kesî tineye, em Kurd li ser kîjan axê ne em ê daxuiyaniyekê xweş çêbikin, em çar parçe Kurdistanê yek in.”

Dayîka şehîd ‘Mehmûd’ di dawiya axaftina xwe de got, “Êdî bese ji van dewletan re, ma ev şerê ku hatî ser gelê Kurd û berxwedaniya gelê Efrînê ku 58 rojan dom kiriye, ti kes ji wan nikare wisa berxwe bide, qîrkirina zarokên me îro dighêje asîmanan.  Çima wê bişewtin û parçeyên goşt ji canê wan rabibin, çima dewlet li hemberî vê bêdeng in, em ê bê zarok bijîn lê em ê bê ax nejîn.’’