AKP-MHP’ê 20 sal e polîtîkayên dijminahiya Kurdan bê navber dimeşînin. Yek ji van pratîkan îşkenceya li dijî cenazeyên gerîlayên kurd e. Cenazeyên HPG’iyan li peyarêyan hatin definkirin, li goristana bêkesan û Kîlyosê hatin definkirin.
Her wiha cenazeyan bi mehan didin sekinandin û nadin mabatan. Êrîşî gorên wan dikin. Cenazeyan di qutiyan de teslîmî malbatan dikin.
Malbatên şehîdên HPG-YJA’starê diyar dikin ku li dijî polîtîkayên dewletê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ji JINNEWS’ê re li ser polîtîkayên dijminahiyê yên deshtilatdariyê axivîn.
Dengê, dayik Nezahat Timurtaş, Kamile Koç, Şukran Tulay