Dayikên Şemiyê, wê vê hefteyê çalakiya 800’î pêk bîne. Komîteya li dijî Windahiyên Destgîrkirî ya Navneteweyî, ji bo dayikan banga piştgiriyê kir.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin darizandin xwe ji bo çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” ji hefteya 800’î re amade dikin.

Sibê çalakiya dayikan dikeve hefteya 800’î. 25 sal in dayik bênavber tevî hemû zext û êrişan jî li edaletê digerin.

Dayikên Şemiyê ji ber şewba vîrûsa koronayê wê hefteya 800 li ser hesabên xwe yên medya civakî li dar bixin.

Îro êvarê saet di 21.00’an de ji bo piştevaniya çalakiya dayikan wê bang were kirin.

Sibê çalakî wê li ser hesabê @CmrtesiAnneleri saet di 12.00’an de zindî were weşandin.

Keça Fehmî Tosûn ê hat windakirin Besna Tosûn têkildarî hefteya 800 diyar kir ku divê her kes îro êvarê saet di 21.00’an de piştevaniya dayikan bike û deng bidin dengê dayikan.

Komîteya li dijî Windahiyên Destgîrkirî ya Navneteweyî, ji bo dayikan banga piştgiriyê kir.