Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan tevî endam û rêveberên partiya xwe, serdana wekîlên HDP’î kirin ku di greva birçîbûnê de ne.
Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan û endamên partiyê, serdana parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayyîp Temel û Mûrat Sarisaç kirin, ku ji 3 Adarê ve li avahiya HDP’ê ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne.