Parlementerê Colemêrgê Saît Dede bal kişand ser tecrdîkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku CPT ji serbixwebûnê dûr ketiye, wekî komploya navneteweyî didome û got: “Em dikarin bi têkoşîn û hêza xwe ya cewherî tecrîdê bişikînin.”

Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Dede, bilêv kir ku niha li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’yem pêk tê û bi vî şerî hêzên serdest herêm veguherandina gola xwînê. Dede, destnîşan kir ku modela neteweya demokratîk a Ocalan pêş xistiye dikare rê li ber vî şerî bigire. Dede, diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan her diçe girantir dibe û got: “Hîn jî ev tekvakriya komploya navnetewî didome. Hêzên serdest ji bo berjewendiyên tecrîdê didomînin û bêdengiya wan a li hember tecrîdê delîla vê yekê ye. Her wiha CPT jî perçeyeke vê komployê ye. Tevî ewqas îmze hîn jî CPT tev nagere. Sedema vê jî ew e ku CPT bi polîtîkayên hêzên navnetewî tev digere. Ger CPT saziyeke serbixwe be, divê dawî li vê bêhiqûqîtiya navnetewî bîne.”

‘EM BI HÊZA XWE DIKARIN TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’

Dede, anî ziman ku tecrîda ku 3 sal in didome berê xwe daye qadên jiyanê yên gelê kurd, gelan, karkeran, kedkaran û xwezayê û got: “Ev êrîş hîn jî didomin. Bi awayekî hovane ev êrîş pêk anîn. Pêkanînên 3 sal in li bajarên kurdan pêk tên nîşaneyên vê yekê ne. Herî dawî jî êrîşa li ser çalakiya Dayikên Şemiyê û çalakiya karkerên balafirgeha 3’yan a Stenbolê jî nîşan dide ku dê ev êrîş bênavber dewam bikin. Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jinan, xweza, gelan, qadên jiyanê, ked û kedkaran e. Şikandina vê tecrîdê jî dikev ser milê hemû gelan. Li dijî tecrîdê li hemû qadab têkoşîn, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçîbûnê divê. Bêyî ku bendewariyên me ji hêzên serdest hebin em dikarin vê yekê bi hêza xwe ya cewherî pêk bînin. Rêberê gelekî 20 sal in tê tecrîdkirin. Ev yek nayê qebûlkirin.”

‘YEKÎTIYA NETEWÎ TÊ ASTENGKIRIN’

Dede, destnîşan kir ku her wiha tecrîdkirina Ocalan ji bo pêkanîna “Yekîtiya Netewî” astengiyê dide der û got: “Divê gelê Rojhilata Navîn û gelê kurd ê li her çar perçeyan baş hay ji vê hebin. Li hemû perçeyan kurd bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Hema bêje Îran her roj ciwanên kurd bi dar vedike. Bi awayekî derhiqûqî êrîşî cihê ku pêşmergeyên PDK-Î lê civiyabûn dike. Kerkuk hat dagirkirin û zilm li gelê wir hat kirin. Qadên Bradost û Lêlikanê ji artêşa tirk re hat vekirin û her roj êrîşî Rojava dikin. Yanî her roj êrîşî gelê kurd tê kirin. Bi projeya yekîtiya netewî ya Ocalan tecrîd dikare bê şikandin. Ji bo şikandina tecrîdê divê kurd li her çar perçeyî bitêkoşin.”
Dede got, şikandina tecrîdê girîng e, lê belê tişta esas û sereke jî azadiya Ocalan e û ji bo vê têkoşîn divê.