Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Umît Dede got, metirsiya mirinê li ser girtiyên siyasî heye û hejmara girtiyên bi vîrûsa koronayê dikevin zêde dibe.
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul doh diyar kir ku 120 girtî û hikumxwar ji ber vîrûsa koronayê tên tedawîkirin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî îdîa kir ku hejmara nexweş û qurbaniyên ji ber vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê kêm dibe, lê belê ev hejmar li girtîgehan roj bi roj zêde dibe.
Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Karên Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Umît Dede ku herî dawî bi Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Girtîgeha Patnosê lêkolîn kir, ji ANF’ê re qala rewşa dawî ya li girtîgehan kir.
AVA GEMARÎ DIDIN GIRTIYAN JI BO VEXWIN
Dede diyar kir, dema ku bi Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk çûn Girtîgeha Patnosê ji aliyê jendermeyan ve li ber derî hatin rawestandin û piştî hewldana 3 saetan destûr hate dayin ku bikevin hundir, lê nehiştin ku Ozturk bikeve hundirê girtîgehê. Dede got, wî girtiyên siyasî yên li girtîgehê dîtiye, li gorî agahiyên ji girtiyên siyasî wergirtiye Girtîgeha Patnosê beriya 40 rojî hatiye dezenfektekirin û ji hingî ve tiştekî din nehatiye kirin.
Dede diyar kir, girtî û hikumxwaran ragihandine ku sabûn û deterjanê bi têrkerî nadin wan û got, “Gotin ku sabûn û deterjan kêm e û zor li girtiyan tê kirin ku li kantînê alavan bikirin. Koxûş qelebalix in û dema ku rewşa aborî li ber çavan bê girtin hingî ev yek maliyeteke giran e. Av gelekî girîng e. Ava nepaqij didin wan û neçar dimînin ku ava vexwarinê ji kantînê bikirin. Ava hênik hefteyê carekê didin wan, bi vî rengî dikarin xwe bişon.”
DEST DANÎN SER RADYO, ROJNAME Û PIRTÛKAN
Dede diyar kir, radyoyên girtiyên siyasî, name û pirtûkên wan nadin wan, qenalên TV jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên astengkirin û got, “Girtiyên nexweş naxwazin biçin girtîgehê. Ji ber ku hem tevdîr nayê girtin lewma bi fikar in ku nexweş bikevin, hem jî piştî ku ji nexweşxaneyê vedigerin 14 rojî li karantînayê tên bicihkirin û pêwendiya wan bi cîhana derve tê qutkirin. Wan dixin hucreyên yek kesî.”
Dede bi bîr xist, par li nava raya giştî hatibû bihîstin ku li Girtîgeha Patnosê ava kanalîzasyonê tevlî ava vexwarinê û got, “Ev rewş hîn jî dewam dike. Ji dema ku şewbê dest pê kir û vir ve nahêlin parêzer biçin. Yekemcar em çûn. Matmayî man ku di nava van şert û mercan de em çawa ketin hundir. Rewş gelekî tirsnak e. Li girtîgehên din jî pirsgirêkên mezin heye. Niha danê xwarinê kêm kirine. Rojê tenê danekî xwarinê didin wan û kalîteya xwarinê jî kêm bûye.
Li şûna ku bedena mirovan bê xurtkirin, bedena girtiyan tê qelskirin. Gardiyan di bikaranîna lepikan, maske û bicihanîna pîvana civakî de bi baldarî tevdigerin. Li gelek girtîgehan vê yekê nakin. Lêgerînê bi destê bê lepik û bêmaske dikin. Dema ku wan dibin ji bo axaftina bi telefonê li gorî pîvanan tevnagerin.”
‘BI HINCETA VÎRÛSÊ TECRÎD ÊDÎ RÛTÎN KIRINE’
Dede diya rkir ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bi xwe eşkere kir ku 120 girtî bi gumana vîrûsa koronayê tên tedawîkirin û got, “Ev hejmar gelekî zêde ye û bi dîtina me hejmara rastî jî tê veşartin. Dixwazim vê yekê destnîşan bikim. Ji roja destpêkê ve hevdîtina malbatan û parêzeran hate qedexekirin. Nepêkane ku malbat û parêzer vîrûsê belav bikin. Bi navê parastina mafê jiyanê yê girtiyan dewlet berpirsyar e ku nehêle vîrûs li girtîgehan bigere.
Li girtîgehan ji xwe beriya vîrûsa koronayê maf gelekî dihate binpêkirin. Di vê demê de tevî ku gelek derfet di destê me de heye, em mirovên li derve bi zorê xwe li van şert û mercan radigirin. Di rewşeke wiha de li girtîgehan bifikirin, ku rojname, kovar, radyo, name jî ji wan tên standin. Divê Wezareta Edaletê dest li vê rewşê werde. Bi hinceta vîrûsê tecrîd bêhtir hatiye girankirin û veguherandine pêkanîneke rûtîn.”
TÊKILÎ BI HIKUMETÊ RE NÎNE
Dede ragihand ku têkildarî pirsgirêkên li girtîgehan bi hikumetê re têkiliyeke wan nîne û got, “Ji ber vîrûsa koronayê hin guhertinên di qanûna înfazê de ketibûn rojevê û wê demê me bi rayedarên AKP’ê re hevdîtin kiribûn. Me gotibûn ku em ê bibin alîkar. Lê belê piştî hevdîtinê bi partiya me re careke din danûstandin çênekirin.
Dema ku qanûna înfazê kete rojeva meclîsê me got ku divê girtî hemû li gorî pîvana wekheviyê bên berdan. Lê belê pêşniyara ku tifaqa AKP-MHP’ê amade kiribû weke xwe kirin qanûn. Ev guhertin di dema vîrûsa koronayê de ketibe rojevê jî pêwendiya xwe bi vîrûsê re nîne. Di sala 2018’an de ev mijar hatibû rojevê û tişta ku wê demê nekarîn bikin bi bahaneya vîrûsê kirin. Li girtîgehan rîsk heye û gefê li her kesî dixwe. Sedema bingehîn a guhertina qanûnê ew bû ku diviyabû girtiyên nexweş û extiyar bihatina berdan ku vîrûs herî zêde ji bo wan metirsîdar e. Lê belê ew nexistin ber qanûnê.
Girtiyên ku gef û metirsî li ser wan tune bûn hatin berdan. AKP-MHP’ê bi armancên cuda vîrûs ji bo xwe weke firsendekê bi kar anî. Gefa li girtîgehan dewam dike. Hate gotin ku 120 kes tên tedawîkirin, lê bi dîtina me ev hejmar gelekî zêdetir e û dibe ku zêdetir bibe. Berpirsyarê vê yekê jî wê desthilatdarî be.”