Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Umît Dede got, ”Li Mêrdînê hevserokên bajêr bi rengekî sîstematîk têne girtin.”

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê, yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan berpirs Umîd Dede derbarê qirkirina siyasî ya li Mêrdînê daxuyaniyeke niviskî da.

3 HEVSEROK LI PEY HEV HATINE GIRTIN

Dede bi bîr xist ji 11 kesên ku ji 29’ê Sibatê ve hatine destgîrkirin 8 jê hatine berdan parêzer Alî Kahraman hatiye girtin, her wiha ji heman lêpirsînê Hevseroka Bajêr a HDP’ê Perîhan Agaoglu û Hevserokê berê Mûsa Alkan ji ber xebatên 2015’an ên siyasî û daxuyaniyên çapemeniyê hatine girtin. Dede bi bîr xist Sibata 2019’an jî Hevserokê wan Mehmet Sîncar hatibû girtin û li gel Agaoglu û Alkan li Mêrdînê li pey hev 3 hevserokên wan heta niha hatine girtin.

Dede got ti têkiliya van girtinan bi hiqûqê re nîne, desthilata AKP-MHP’ê ya ku ji hêla siyasî nikare pêşî li HDP’ê bigire, bi rêbazên zextê yên li ser partiya wan, dixwaze wan çavtirsandî bike û ev girtin û destgîrkirin jî encama vê ye.

Dede herî dawî got zexta li ser wan partiya wan wê ti encamê bi xwe re neyîne, girtina hevalên wan wê bibe sedema geşkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê.