Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ya DEM Partî, têkildarî sedemên binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê û şandina qeyûm daxuyaniyek da.
DEM Partî got; Wezareta Karên Hundir a Tirk diyar kir ku derbarê Hevşaredarê Colemêrgê de Ji ber “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hatiye vekirin. Bi behaneya “Rêveberê rêxistinê ye” li 1mîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê tê darizandin. Ev Îddîa, bêbingeh in û manîpulasyon in, EV îddîa li dadgehê ne hatine îspatkirin.
Dozgeriyê, parastin jî asteng kiriye û qedexeya 24 saetan ya hevdîtina bi parêzer re jî day e. Ev jî ne normal e û ne hiququî ye.
DEM Partî herî dawî got; Bêyî îdîa hebin, pêşnûmeya bêsûciyê ya ku dibêje mirov nikare ji ti mafên xwe bêpar were hiştin heye. Heta ku li ser kesan mehkûmiyeta dawî dernekeve, hem di Destûra Bingehîn de, hem jî di metnên hiqûqa navneteweyî de ev yek hatiye misoger kirin. Tiştekî ku ji aliyê qanûnê ve li ser pratîka qeyûmên darbekar a desthilatdariya siyasî rave bike nîne.