Namzetên DEM Partî Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî ji bo danezana xwe ya Stenbolê parvebikin bi çapemeniyê re civiyan.
Civîna çapemeniyê li eywana Kongreyê ya Lûtfû Kirdar a Şîşliyê pêk hat.
Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî derketin pêşberî çapemeniyê û yek bi yek projeyên xwe rêzkirin.
Jin, ciwan, zarok, kal, teqawît û kedkar, di danezanê de nehatin jibîrkirin.
Di danezanê de projeyên ku gel bi zimanên xwe yên zikmakî di her warî de bi taybet kreş, çand û hunerê xizmetê werbigirin, hatin rêzkirin.
Çend xalên girîng ku di nav projeyên DEM Partî yên ji bo Stenbolê de cih digirin wiha ne;
-DEM hatiye ku Stenbolê veguherîne bajarê ked û hilberînê, bexçeyê gelan bi dîroka xwe ya hezar salan û mîrateya xwe ya çandî ya bêhempa.
– Yên ku bi destên xwe vî bajarî têr bikin û bi keda xwe Stenbolê ava bikin, helbet dê di rêvebirina wî de jî bibin xwedî gotin.
– Jinên ku hemû êş û azarên vî bajarî kişandine wê Stenbolê bi rê ve bibin.
– Em ê ji Fatsa heta Amedê, ji Fîkrî Sonmez heta Gulten Kişanak, ji Edîp Solmaz heta Bekîr Kaya, li ser kevneşopiya wan, bi pergala hevserokatiyê ya nûjen Stenbolê birêve bibin.
– Em ê dawî li desteserkirina qeyûman, wesayeta Enqereyê û tinekirina mafê me yê gotin û biryarê bînin û bajarê xwe û xwe bi rêve bibin.
– DEM Partî; jiyana pirçandî, pirolî, pir nasnameyî û pirzimanî diparêze û hemû xebatên xwe di rêveberiyên herêmî de li ser vê esasê pêk tîne.
– ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’, em bi modela xwe ya hevserokatiyê ku ji hemû cîhanê re mînak e Stenbolê birêve bibin.
– Em ê mekanîzmayên ku hemû civak bi hev re beşdarî pêvajoyên biryargirtinê bibin ava bikin.
– Em ê perwerdeya derbarê erdhejê de berfireh bikin, xaniyên erdhejê li her taxê ava bikin û malzemeyên lêgerîn û rizgarkirinê lê bi cih bikin.
– Bi avakirina parkên ekolojîk li her taxê em ê civakê bigihînin qadên şînkahiyê.
– Bi beşdariya rasterast a di biryarên têkildarî bajaran de, wê ciwan bi meclîsên xwe bibin xwedî gotin.
– Ji bo berdewamî û parastina jiyana hemû zindiyên xwezayê em ê polîtîkayan pêş bixin û tedbîran bigirin.