Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partî Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, bi daxwaznameyekê serî li Wezareta Dadê dan.
Di daxwaznameya serlêdanê de hate bibîrxistin ku ji Ocalan û Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ên di heman girtîgehê de ev demeke dirêj e tu agahî nayê wergirtin.
Hat bibîrxistin ku daxwazên hevdîtinan ên parêzer û endamên malbatê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta cezayên dîsîplînê yên hatine dubarekirin tên astengkirin û cezayên dîsîplînê ji parêzeran re nayên ragihandin û der barê hincetan de tu agahî nayên dayîn.
Hat bibîrxistin ku di serlêdanên li Dadgeha Destûra Bingehîn hatin kirin de ji Wezareta Dadê nêrîn hatiye xwestin, Wezaretê di bersivê de îdia kiriye ku “li Girtîgeha Îmraliyê mûameleya xerab nîne”, di hevdîtinan de “pirsgirêkên ji ber sedemên nediyar derketine” û ev rewş “maqûl” e.
Di serlêdanê de hate destnîşankirin, nivîsa bersivê ya Midûrîyeta Giştî ya Girtîgehan ya bi dîroka 23’yê sibata 2024’an Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê ji rastiyê dûr e û hate gotin: “Wezareta we nekariye hincetên hiqûqî yên rewşa neagahdarkirina mutleq a ji tecrîdê wêdetir rave bike.”
Hat gotin:
Em dixwazin hûn destûrê bidin ku em weke parêzer û Hevberdevkên Komîsyon Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim re hevdîtinê bikin.”