Hilbijartina şaredariyê ya navçeya Curnê Reş a Rihayê dê di 2’yê hezîranê de bên dubarekirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li navçeyê lez da xebatên xwe.

Parlamenterên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, Sînan Çîftyurek û Mahmût Dîndar û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Buak jî tev li xebatan bûn.

DEM Partî ji 4 baskan ve çû serdana esnafan û şêniyên tax û gudan.

Şandeya ku Beştaş jî di nav de bû, çû serdana esnafên li ser Cadeya Ozzolu Bozanbey.

Di serdanê de belavokên ku projeyên DEM Partiyê vedibêjin hatin belavkirin.

DEM Partiy piştre jî çûn serdana atolyeya tekstîlê ya li Taxa Nû.

Partiyiyan li pirsgirêkên xebatkarên atoloyeya tekstîlê guhdarî kirin.

Şandeya ku hevşaredar Sera Bucak û namzetê hevşaredariyê yê Curnê Reş Garîp Yeşîl jî di nav de bû, çûn serdana gundên Demoxlû û Bûxûrê.

Parlamenter Mahmût Dîndar û namzeta hevşaredariyê Serhan Paydaş jî çûn serdana gundên Hanmaxar û Dindekê.

Şandeya Parlamenter Sînan Çîftyurek û hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê di nav de jî li gundên Fîq û Qulapliyê xebatên xwe meşandin.