Dem Partiyê di çarçoveya hilbijartina xwecihî ya 31’ê adarê de li navçeya Xana Hawêl û bajaroka Ziyaretê yên Sêrtê buroyên hilbijartinê vekir
Parlementer Sabahat Erdogan Saritaş, namzetên hevşaredariyê yên Xana Hawêl Sumeyye Karasû û Şefîk Gunel, namzetên hevşaredariyê yên Ziyaretê Berfîn Evren û Enes Cengîz, hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê Revşan Arslan û Eşref Tekîn, dayikên aştiyê û gelek kes tevlî bûn.
Hevserokê DEM Partiyê Eşref Tekîn da zanîn, li dijî polîtîkayên îmha, înkar û tunehesibandinê divê li Kurdistanê serkeftineke mezin bê bidestbixin.
Sabahat Erdogan Saritaş jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên herêmî û got:
Gelek hevalên me di girtigehan de dîl girtîne. Serokê gelê kurd di Gireva Îmraliyê de dîl girtî ye, bi tecrîdeke giran re rû bi rû ye. Tekoşîna me ji bo wan e. Em ê hilbjartinan de jî bersiveke xurt bidin.
Li navçeya Amed Rezanê jî dem partiyê buroya hilbijartinê vekir.
TJA, Parlementerên Dem Partî Adalet Kaya, hevserokê KCD Berdan Ozturk û namzetên şaredariya Amedê, dayikên aştiyê û welatî tevli bûn.
Berdan Ozturk got: azadya gelê Kurd azadiya Rojhilata Navîn e û divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan werê rakirin.
Namzeta hevşaredariya Rezan Leyla Ayaz jî dayikên nobeta edaletê de silav kir û got: baweriya wan bi Rezan heye bi Amedê heye.
Namzetê hevşaredariya bajarê mezin a Amedê Dogan Hatun jî xwest hemû welatî tevli xebatan bibin.
Piştî axavtinan buro hat vekirin