Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan , di civîna çapemeniyê ya piştî serkeftina hilbijartinê axivî û got; Ev encamên hilbijartinê nîşan da ku em bi ser ketin, hikûmet têk çû. Ev gel vîna xwe teslîm nekir. Yên pirsgirêka Kurd çareser nekin wê têk biçin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî li Amedê axivî û got; Me di hilbijartinên 31’ê Adarê rê neda tifaqa JÎTEM’ê û em ê nedin jî. Di vê hilbijartinê de hem tifaqa JÎTEM û hem jî tifaqa şer têk çûn.
Hatîmogullari got; Li dijî bêçareseriyê, li dijî kesên şer û şer ferz dikin, li dijî zîhniyeta ku jinan dikujin, li dijî zîhniyeta ku ciwanan ji siberoja wan bêpar dihêlin, li dijî kesên ku gel birçî dihêlin, li dijî kesên ku mexdûrên erdhejê di bin xirbeyan de hiştin, we têkoşîna mafê jiyanê, mafê azadiyê û mafê edaletê meşandin.
Bila têkoşîna me pîroz be hevalên hêja.”