Hevseroka Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê Esengul Demîr got, desteserkirina mafê namzetekî ku hatî hilbijartin, tine hesibandina dengê ku welatî dayî, li dijî neheqiyê kir ku zemîn a xwe bike yek.
Hevseroka Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê Esengul Demîr got, piştî desteserkirina mafan a li Stenbolê, ji ber ku dizanîbûn AKP-MHP wê bijdînin, 23’ê Hezîranê ji 31’ê Adarê cutir rasterast namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu destnîşan kirin.
Li gorî 31’ê Adarê, 23’ê Hezîranê namzetê CPH’ê Ekrem Îmamoglu dengekî gelekî zêdetir stand. Di 31’ê Adarê de Îmamoglu bi 13 hezar deng dabû pêş, di 23’yê Hezîranê de bi 800 hezarî deng da pêşiya dijberê xwe. Demîr li ser vê rewşê got, ‘’Desteserkirina mafê namzetekî ku hatî hilbijartin, piştre jî tinehesibandina dengê ku welatî dayî neheqiyeke mezin bû. Ev neheqî li nav civakê bi rengekî xwe der kir. Ji ber vê jî di hilbijartina nû de welatî derbeke giran li wan xist. Li dijî tinehesibandina vînê ya ji hêla desthilatê ve welatîiyan bersivek da. Ev ferq, ferqa tifaqa demokrasiyê ye jî ku li dijî neheqiyê di zemînê de hevkarî çêbû.’’
Demîr got wan ji destpêkê ve gotine ku ew alîgirê demokrasiye ne, giringiya polîtîka a stratejiya xwe gotine û diyar kirine bê kaç ima biryareke wiha standine. Demîr her wiha got, ji 31’ê Adarê cudatir, 23’yê Hezîranê rasterast namzet destnîşan kirine, got, ‘’Diviya ku me adrês pir zelal nîşan bida, ji ber ku me dizanîbû desthilat wê hemû giraniya xwe bide ser. Helwest diviya pir zelal buya. Diviya di sere hilbijêrên me de ti pirs nemana.’’
Demîr her wiha got, ‘’Bandora stratejiya HDP’ê di herdu hilbijartinan de jî diyar bû. HDP li qadê jî cih girtiye û di guharitina encamê de aktora herî girîng û diyarker e.’’
Demîr herî dawî got, hemû hêzên demokrasiyê ku destek dane Îmamoglu û kirin ku ew bibe Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê divê bi perspektîfeke rast xebatan rê ve bibin û got, ‘’Ji bo me hê nû dest pê dike. Ji bo kontrolkirina sozên ku hatine dayin û bicihhatina daxwazên gel, arestekirinên hewce em ê bikin. Ev kar ne karekî wiha ye ku mirov tenê li ser nasnameyekê, li ser kesekî bihêle. Civakeke wiha heye ku bi salan e birîneke kûr lê vebûye. Polîtîkayên rantê hilweşandina bajêr hatine kirin. Li dijî vê em ê muxalîfiya xwe, di ber berjewendiya gel de bidomînin.’’