Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr got, tecrîd bandorê li tevahiya civaka Tirkiyeyê dike û diyar kir, bêdengiya li zilma li dayikan hatiye kirin nayê qebûlkirin.

Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di asta krîtîk de didomin. Malbatên girtiyan û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê jî li ber Girtîgeha Gebzeyê li dijî tecrîdkirina Ocalan û ji bo piştgiriya berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê pêk tînin. Çend roj berê polîsên Tirk êrîşî dayikan kiribûn û dîmenên vê êrîşê di medya civakî de hatibûn weşandin.

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr di çalakiya dayikan de ya li Gebzeyê hatibû destgîrkirin.

‘ZAROKÊN XWE BI TENÊ NAHÊLIN’

Demîr ji ANF’ê re axivî û got, “Beriya çalakiya rûniştinê dayik hatin serdana me. Ji me re gotin ku çi dibe bila bibe wê li ber girtîgehan zarokên xwe bi tenê nehêlin û biryara xwe bi me re parve kirin. Gotin ku kezeba wan dişewite. Ji bo bala raya giştî bikişîne ser grevên birçîbûnê biryar dan ku vê çalakiyê bikin. Ji me jî piştgirî xwestin.”

‘HDP TIMÎ BI DAYIKAN RE YE’

Demîr anî ziman, li Girtîgeha Gebzeyê roja Sêşemê hevdîtina vekirî heye û diyar kir, piştî hevdîtina vekirî ji bo destekê bidin dayikan ew çûn Gebzeyê. Demîr qala bûyerên ku wê rojê qewimîn kir: “Wê rojê piştî hevdîtinê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û piştre jî bi destwerdanê hatin destgîrkirin. Piştî çend saetan hatin berdan. Dayik piştre dîsa çûn ber girtîgehê, lê dîsa hatin destgîrkirin. Tevî şert û mercên giran jî dayik berxwedana xwe didomînin. Dayik çalakiya xwe bi dorvegerî didomînin û bi navê HDP’ê em jî her roj li gel wan in.”

‘NABE KU MIROV LI PÊŞBERÎ VÊ ZILMÊ BÊDENG BIN’

Demîr diyar kir, di çalakiyekê de ku ew jî amade bû bi gazê êrîş li wan û dayikan hate kirin û got, “Ji aliyekî ve em bi wê dayikê re eleqedar bûn, li aliyê din jî ji bo zerar li dayikan nebe me li ber xwe dan. Nedibû ku mirov bêdeng bimînin. Wan tenê dixwestin li wir rûnên û piştgiriyê bidin zarokên xwe.”

‘ALIYÊ CIVAKÎ YÊ TECRÎDÊ’

Demîr destnîşan kir, divê çalakiya dayikan weke berxwedanekê bê dîtin û diyar kir, bi biryardarî vê berxwedana xwe didomînin. Demîr destnîşan kir ku tecrîd îro ne tenê li dijî şexsekî ye û got, “Tecrîd niha li hemû girtîgehan heye. Nameyan nadin wan, mirov nikarin malbatên xwe bibînin, derfetên tenduristiyê nadin wan. Aliyê civakî yê tecrîdê heye. Heta ku tecrîd li hemû girtîgehan neyê rakirin, wê civaka Tirkiye bi temamî tecrîdkirî be.” Demîr diyar kir, desteserkirina mafê kedkaran jî tecrîd e.