ÊLIH – Selahatîn Demîrtaş, li Êlihiyan re peyam şand û got: “Em bang gelê xwe dikin ku li dijî polîtîkayên qeyûman di 31’ê Adarê de, piştgiriyê bidin namzetên HDP’ê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz.” Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Êlihê bi şev û roj xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam dike. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, atolyeya tekstîlê ziyaret kirin û kedkar vexwendin pîrozbahiyên Newrozê. Duh bi şev li buroya hilbijartinê ya Taxa Çamlitepe, hevdîtin gel hat lidarxistin. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca beşdarî hevdîtinê bû. Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî, peyamek ji Êlihiyan re şand û peyama wî di hevdîtina gel de hat xwendin. Demîrtaş di peyama şendibû de wiha got: “Ez ji bo gelê Êlihê, bi bêrîkirinek mezin silav û heskirinên xwe dişînim. Em bang gelê xwe dikin ku li dijî polîtîkayên qeyûman di 31’ê Adarê de, piştgiriyê bidin namzetên HDP’ê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz. Heta dawiyê baweriya min bi wê tê û teqez emê qezenc bikin.” Piştî peyama Demîrtaş hat xwendin, dirûşme ji wî hatin berzkirin. Girseyê heta derengiya şevê li ber muzîkê guvend gerandin û dirûşme berz kirin.
Demîrtaş ji Êlihiyan re peyam şand
