Konsera dengbêjan li Îzmirê li Dêra Azîz Vûkolos a semta Basmane ya Konakê hat

Kerîmê Jîrkî, Mesûd Gever, Adil Bêrtî, Mele Seyîdxan, Ridvanê Fafî û Eylul Nazlier derketin ser dikê.

Heskiriyên dengbêjiyê ew qas zêde bûn, hola konserê tejî bû, gelek kes li ser piyan man.

Parlementera Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk jî beşdarî konserê bû.

Hunermend Mesûd Gever îşaret bi girîngiya dengbêjiyê kir û got: di veguhestina dîroka kurdan de çanda dengbêjiyê xwedî roleke girîng e û ji bo xurtkirina vê çandê divê her kes xwedî lê derkeve.

Paşê dengbêjan dest bi kilaman kirin, heta derengiya şevê hem dengbêj hem jî heskiriyên dengbêjiyê demên xwe bi hev re borandin.