Piştî 2003’yan jî li gelek bajarên Kurdistanê tev li mihrîcanan bûye û li ber bilûra Egîdê Cimo kilam gotine.

Li Amedê jî di Newroza ku bi milyonan kes beşdar bû, derket ser dikê û dilê gel şa kir.

Her wiha Rizo di fîlmê Vodka Lemon ê Hiner Saleem de jî rol girtibû.

Feyzoyê Rizo ku kedek mezin da çanda resen a Kurd, mîrateyeke giranbuha li pey xwe hişt.

Feyzoyê Rizo 2 sal berê beşdarî bernameya bi navê Bilûr a Çira Tv bûbû ku ji aliyê kurê wî Tîtalê Feyzo ve tê pêşkêş kirin…