Li ser îtirazkirina AKP’ê ya ji encamên li Stenbolê, wê dengên 15 navçeyên hatibûn betalkirin ji nû ve bên hejmartin.
Li gorî daneyên Desteya Hilbijartina Bilind dayî, tevî ku Ekrem Îmamoglû ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê hatibe hilbijartin jî, nerazîbûnên AKP’ê didomin. Li ser îtirazên AKP’ê wê dengên 15 navçeyên hatibûn betalkirin ji nû ve bên hilbijartin.
Encamên sindoqên hatibûn îtirzkirin û dengên hatibûn betalkirin li 11 navçeyan bi dawî bûn. Li gorî vê 1267 deng ji bo AKP’ê û 692 deng jî ji bo CHP’ê diyar bûn. Di vê rewşê de li 11 navçeyan 575 dengên AKP’ê zêde bûn. her çendî demê îtirazê ya ji bo desteya hilbijartina navçeyan qediyabe jî, li 15 navçeyên ku desteya hilbijartinê ya navçeyê dengên hatibûn betalkirin jî dabe, wê ji nû ve bên hejartin.