Derbarê kana vîrûsa koronayê ku hemû cîhan daye ber xwe û bûye sedema krîzeke nedîtî guman zêde dibin. Heta niha hate gotin vîrûs Kanûnê li Wuhanê li bazareke vekirî ya heywanan derketiy holê, ji heywanan hatiye, taybetmendiyên wê mîna yên vîrûsa çila ne, di mirovan geriyaye û mutasyon bûye. Medyaya Emerîkayê zen anî ser vê û gumana xwe ya li ser van guhartoyan bi rengekî aşkere vegot.

BI MEDYAYA EMERÎKAYÊ VÎRÛS JI LABORATUWARÊ DERKETIYE

Li gorî rojnameya Washîngton Postê sefîrê Pekînê yê DYE’yê beriya niha bi du salan hişyarî li Washîngtonê kiribû, li ser tevdîrên ewlehiyê yên kêm  yê li laboratuwareke xwecih. Her çendî ‘vîrûseke jixweber’ e ku ji hêla Çîniyan ve nehatiye hilberandin, ji laboratuwara navborî ne bi qestî, bi encama protokolên nebaş ên ewlehiyê derketiye derve.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê ÇînêE Shao Lîjîan ev îdîa li derewê qelibandû got,”Gelek pisporên tibê yên li cîhanê bi nav û deng dibêjin ti hîmekî zanyarî yê vê îdîayê nîne.”

Ev bi rojan e ku Serokê DYE’yê Donald Trûmp bi daxuyaniyan Çînê dike hedefa xwe. Li gorî Trûmp rêveberiya Pekînê rewşa giran a hêla ku Kanûnê derketî holê veşartiye.

Rêveberiya DYE’yê bi vê sedemê alîkariya darayî li ser Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê birî. Trûmp WHO’yê tawanbar dike ku di berjewendiya Çînê de tevgeriyaye, di dema hewce de şande neşandiye û ji berbelavbûna pandemiyê ya li derveyî Çînê jî xwedî rol e.

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo ji Fox News re axivî û got, ”Ji bo ku em hîn bibin bê ka ev vîrûs çawa berbelav bûye, têdiger û rê li ber trajediyeke wiha vekiriye, em li ser her tiştî lêpirsîneke berfireh dikin.”

LONDRO: WÊ HEWCE BIKE KU EM PIRSÊN GIRAN BIKIN

Piştî DYE’yê li Londrayê jî li dijî Çînê helwest hate nîşandan. Wezîrê Karê Derve yê Ingilistanê Domînîc Raab 16’ê Nîsanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê got, ”Divê em ji hemû aliyan ve lê binerin û bi hevsengî, lê helbet mirov nikare weke ku tişt nebûbe tevbigere û li ser derketina vîrûsê û çima hê zûtir nehatiye rawestin divê em pirsên giran bikin.”

PARÎS: LI SER HIN XALAN TARÎ YE

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji rojnameya Fînancîal Tîmes re axivî û got derbarê rêveberiya pandemiyê ya Çînê hin xalên ser wan tarî hene.

Macron got divê mirov wiha bi safikî nebêje ku Çînê ev rûdan bi rengekî serkeftî rêve biriye û got,”Nayê zanîn. Bi ser de, aşkere ye ku hin tişt hene ku nayê zanîn bê ka çi hatiye jiyîn.”

Ev nêzîkatiya Fransayê jî weke bi rengê ku bi DYE û Kralîyeta Yekbûyî re bi eynî gumana ye hate şîrovekirin.

RÛSYAYÊ DESTEK DA PEKÎNÊ

Rûsya jî hevalbendê xwe Pekînê diparêze. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî ku bi hevtayê xwe Şî Cînpîng re axivî, derbarê sûcdariyan got, ”ziyanê didin.”

ÇÎNÊ VÎRÛSA KORONAYÊ BI DERENGÎ RAGIHAND

Li gorî belgeyeke navxwe ya hikûmeta Çînê ragihandina vîrûsa koronayê 6 rojan bi derengî hate xistin. Li gorî ajansa nûçeyan a Assocîated Press (AP) rêveberiya Çînê ji 14’ê Çile û pê ve ji hêleke (pandemî) nû haydar bû.

Serokdewletê Çînê ji ber vîrûsa li Wuhanê bi fermî 20’ê Çile ragihandibû ku taloke li ser raya giştî heye. Di heftiya navborî de bi deh hezaran kes hatibûn bajêr, bi milyonan kes jî ji bo sala nû ya Çînê pîroz bikin derketibûn. Tê gotin ev bi derengîxistina bi heftiyekê di berbelavbûna vîrûsê de bi roleke diyarker rabûye.

Li gorî rapora navxwe ya hikûmetê ku PA behsê dike, di nav du heftiyan de ya beriya derengxistina 6 rojan, Navenda Netewî ya Kontrolkirina Nexweşiyan ti weqayeke derbarê vîrûsa nû tespît nekiriye.

LI ÇÎNÊ 1290 KESÊN DIN LI BÎLANÇOYA MIRIYAN ZÊDE BÛN

Her wiha bîlançoya vîrûsa koronayê ya li Çînê bi rengekî tund giran bû. Şaredariya Wuhanê bîlançoya vîrûsê dîsa kontrol kir. Li gorî hesabên nû 1290 kesên din li hijmara ku berê li ser miriyan dabûn zêde bûn. Bi vî rengî bi fermî 4 hezar û 632 kes mirine. Piştî daxuyaniya şaredariyê ya li ser torên medyaya dijîtal hate diyarkirin hin nexweş li malên xwe mirine û heta niha di îstîtastîkê fermî de ev nedane.