Derhênera Sînemayê, Bahare Lellehi, di serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” hatibû girtin, di girtîgehê de hate şehîd kirin.
Bêyî ku haya malbata wê hebe, cenazeyê Lellehî li Goristana Beheş Sakine ya li Kerecê veşartin.
Derhêner Bahare Lellehi, di sala 2022’an de, bi behaneya serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de cih girtiye, hate girtin ûpiştî 10 rojan hate berdan.
Lê hêzên çekdar yên Iranê, Bahare Lellehî di sala 2023’an de carek din girtin û bi mehan tu agahî jê nehate girtin.
Hemû serlêdanên malbatê û saziyên mafên mirovan bê encam man.
Piştî nûçeyên derbare “kuştina” Bahare Lelehi ya di girtîgehê de, di medya de cih girtin, Enstituya Kurte filman daxuyaniyek da.
Enstituya Kurte fîlmên Îranê ya girêdayî Mala Sînemaya Îranê, di malpera xwe ya fermi de daxuyaniyek da û got:
Em sersaxiyê ji endamên Mala Sînemaya Îranê û Civata Kurtefîlman a Îranê re dixwazin.
Em dixwazin lêkolînek zelal li ser bûyera bi êş re bê kirin.