Enstîtuya Lêkolînên Karên Deryayê yên Fransayê (Ifremer) der barê çopa li Derya Spî ya navbera salên 1994 û 2017’an de lêkolîneke berfireh kir. Di lêkolînê de hate ragihandin ku rêjeya çopa li Derya Spî her sal cuda jî be ji sala 2009’an û vir ve zêde dibe.

Di lêkolînê de hate ragihandin ku çop bi giranî ji kîsên plastîk, şûşeyên plastîk, şûşeyên metalîk, amblalajên xwarinê, benên sentetîk, torên masîgiran û cilan pêk tê. Plastîk bi tena serê xwe 60 ji sedî yê çopê ye.

Di lêkolînê de hate tespîtkirin ku ji sala 1990’î û vir ve çopa li Derya Spî bi sê qatî zêde bûye.

Yekîtiya Ewropayê beriya çend mehan biryarek wergirtibû û diyar kiribû, ku ji sala 2021’ê û pê ve berhemên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn wê qedexe bin. Lê belê tê gotin ku ji bo bandora vê yekê bê dîtin pêwîstî bi demê heye.