Li navçeya Telafer a Musilê, dest bi vekirina gorên komî ku çeteyên DAIŞ’ê bi sedan welatiyên Êzidî kuştibûn û tê de veşartibûn, hat kirin.
Di fermana fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê pêk anîbû de, bi bi deh hezaran jin, zarok û pîr hatibûn kuştin û revandin. Çeteyên ku bi taybetî welatiyên Êzidî bi awayekî hovane kuştibûn, piştre jî bi awayekî komî binax kiribûn.
Piştî çar salan ku herêm ji çeteyan hatiye paqijkirin, li ser daxwaza kesûkarên qurbaniyan, li gundên girêdayî navçeya Telaferê, cara yekem dest bi vekirina gorên komî yên Êzidiyan hat kirin.
Vekirina gorên komî îro bi beşdariya sedan welatiyên Êzidî ji aliyê Desteya Bijîşkên Dadweriya (Tiba Edlî) Musilê, Ewlekariya Niştimanî, Dadgeha Qezaya Telaferê hat destpê kirin.
Di çarçoveya biryarê de, destpêkê gora komî ya li gundê Kesir El Mehrab yê li Rojavayê Tilafer hat vekirin. Di dema vekirina gorê de kesûkarên qurbaniyan jî amade bûn. Xizmên qurbaniyan diyar kirin ku ew dizanin mirovên wan li kîjan gorê de hatine binaxkirin û zanyarî dan rayedaran.
Li gorî zanyariyên hatine dayîn tê texmînkirin ku di gora komî ya gundê Kesir El Mehrab de jin, zarok, zilam û kar bi giştî hestiyên 17 kesan hene. Tê gotin ku çeteyên DAIŞ’ê welatiyên ku ji Şengalê revandibûn anîne vê derê û piştî îşkencekirinê kuştine.
Piştî lêkolînên ku dê bên kirin, hestiyên qurbaniyan wê radestî malbatan bên kirin.