Ji ber ku nekariye hatinên stadê bide, dest danîn ser hatinên Amedsporê.
Gerînendetiya Ciwan û Sporê ya Bajêr a Amedê bi îddîaya ku kirêya maçên Stadyûma Amedê nedaye, bi rêya îcrayê dest danî ser hatinên Amedsporê.
Amedsporê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Li tu bajarekî din tiştekî wisa tuneye ku gerînendetiyên ciwan û sporê dest deynin ser hatinên kluban.”