Di Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de 193 welat hene û 143 welatan ji bo şermezarkirina biryara îlhakkirinê dengê erê dan.

Rûsya, Koreya Bakur, Nîkaragûa, Belarûs û Sûriyeyê jî dengê na dan.

33 welatên ku Çîn û Hindistan jî di nav de hene, deng nedan.

Bi awayekî sembolîk be jî heta niha di biryarên derbarê polîtîkayên Rûsyayê de, herî zêde di vê de deng hatiye dayîn.