Namzeta HDP’ê ya ji bo Hevşaredariya Bagcilar a Stenbolê Huda Kaya diyar kir, desthilatdarî li dijî mirovan; li dijî hebûn, jiyan û nirxên mirovan şer dike.

Namzeta HDP’ê ya ji bo Hevşaredariya Bagcilar a Stenbolê Huda Kaya diyar kir, divê berdêlên di grevên birçîbûnê de tên dayin werin fêhmkirin û bang kir. Dayika Aştiyê Kûmrû Akgul jî destnîşan kir, ku pêwîste pêşî li vê faşîzmê bê girtin û got, “Her roj cenazeyekî didin me. Qedera me Kurdan ev nîne.” Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ayşe Berktay jî got, ji bo Leyla û hevrêyên wê bijîn divê têkoşîn bê mezinkirin.

Huda Kaya, Dayika Aştiyê Kûmrû Akgul û Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ayşe Berktay li ser grevên birçîbûnê ji ANF’ê re axivîn.

Kaya bal kişand ser grevên birçîbûnê û bi bîr xist ku cenaze ji girtîgehan derdikeve. Kaya rexne li desthilatdariyê kir û got, “Desthilatdarî heta niha li dijî rûmeta mirovan, wekhevî û nirxên azadiyê; li dijî hebûnê, jiyanê û aştiyê timî şer kir. Civak êdî di rewşeke aloz de ye. Mirina mirovan a li pey hev peyamekê dide. Divê ev peyam bê fêhmkirin. Ji bo welat demokratîk bibe, azad û aram bibe divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Pêwîste berdêlên hatine dayin bên fêhmkirin. Ji bo pêşî li demokratîkbûnê bê vekirin, ji bo bêhn bê ber civakê divê gav were avêtin. Rewş û rêveçûna heyî baş nîne.”

‘ÇARESERÎ BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ YE’

Dayika Aştiyê Kûmrû Akgul jî diyar kir, divê ew heta dawiyê li pişt berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven bin û destnîşan kir, çareserî bidawîkirina tecrîdê ye. Akgul got, “Grevên birçîbûnê ji bo pêkhatina aştiyê, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina jiyana mirovan e. Divê em pêşî li vê faşîzmê bigirin. Her roj cenazeyan didin me. Qedera me Kurdan ev nîne. Eger mafê her gelî ye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike, divê em jî çarenûsa xwe diyar bikin. Divê em bibin yek. Me dengê xwe gihand dinyayê ne legihand xwe. Divê Kurd bi berpirsyarî nêzî vê grevê bibin.”

‘PÊWÎSTE EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ayşe Berktay jî anî ziman, ji bo Leyla û hevrêyên wê bijî, ji bo dawî li tecrîdê were ew têdikoşin, lê belê li pêşberî çalakiyên fedayî gelekî bêçare mane. Berktay got, “Bêguman em têkoşîna civakî, mûxalefetê û têkoşîna ji bo bidawîkirina tecrîdê mezin dikin, lê belê divê çalakiyên fedayî rawestin. Greva birçîbûnê ji xwe berxwedan e, têkoşîn e.”