Parêzer Ayşegul Çagatay serdana Ebrû Tîmtîk kir ku di rojiya mirinê de ye û got, eger daxwazên wan neyên qebûlkirin hingî desthilatdarî wê bibe kujerê parêzeran.
Bi îtirafên nakok ên îtirafkar Berk Ercan jiyana gelek mirovan herimî. Di nava wan de parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) û Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) jî hene. Parêzerên ku ji ber van îtirafan bi salan cezayê girtîgehê li wan hate birîn, bi daxwaza darizandina adîl a muwekîlên xwe û dosyayên wan, weke çareya dawî dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre ketin rojiya mirinê.
Endama HHB’ê Ebrû Tîmtîk û hempîşeyên wê yên girtî Oya Aslan, Barkin Tîmtîk, Selçûk Kozagaçli, Behîç Aşçi ku li Girtîgeha Hejmara 9’emîn a Sîlîvriyê girtî ne, greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Parêzer Ayşegul Çagatay serdana wan kir û têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.
Çagatay diyar kir ku hevdîtin 6’ê Nîsanê ji ber vîrûsa koronayê bi rengekî girtî pêk hat û diyar kir, li Girtîgeha Hejmara 9 a Sîlîvriyê li dijî şewbê ti tevdîr nehatine girtin.
‘REWŞA TENDURISTIYÊ PARÊZER BEHÎÇ AŞÇI NEBAŞ E’
Çagatay ragihand ku moralê giştî yê parêzeran baş e û got, Barkin Tîmtîk û Oya Aslan ji bo piştgiriyê bidin Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unal ên ketine rojiya mirinê, greva birçîbûnê heta 8’ê Nîsanê dirêj kiribûn, lê parêzerên din greva birçîbûnê bi dawî kirin.
Çagatay diya rkir ku rewşa tenduristiyê ya parêzer Behîç Aşçi ku demeke dirêj li girtîgeha tîpa F di çalakiya rojiya mirinê de bû nebaş e û got, ji ber şewbê Aşçi di kategoriya rîskê de ye, ji bo berdana wî wê serlêdanê bikin.
Çagatay anî ziman ku Barkin Tîmtîk ji ber greva birçîbûnê daketiye 50 kîloyî û rewşa Selçûk Kozagaçli jî baş e.
Çagatay bi bîr xist ku Hêlîn Bolek ji bo azadiya îfadeyê û gotina stranan bedena xwe da ber birçîbûnê û got, “Mirov ji bo mafên xwe yên destûra bingehîn dikevin rojiya mirinê. Hêlîn ji bo azadiya îfadeyê û gotina stranan ketibû rojiya mirinê. Mûstafa Koçak jî bi heman rengî ji bo darizandina adîl ketibû rojiya mirinê. Ji ber ku tenê bi beyanên şahidekî îtirafkar ê bi navê Berk Ercan cezzyê muebbetê li wî hate birîn. Em bala xwe didin Grûp Yorûm, ji ber ku stran gotin ew xistine lîsteyê. Ev yek nêçirvaniya mirovan e. Qaşo li Tirkiyeyê darvekirin qedexe ye, lê belê bi lîsteyan mirovan dikujin. Ewlekariya jiyanê ya mirovan nîne, jiyana wan di nava rîskê de ye.”