Hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Vezîr Coşkûn Parlak diyar kir ku desthilatdarî Kurdan weke ‘terorîst’ radigihîne û bi vî rengî dike hedef êrişan.

Hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Vezîr Coşkûn anî ziman ku êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan ne bûyereke nû ye, lê belê polîtîkayeke dewletê ye. Parlak anî ziman ku divê gelê Kurd li dijî van êrişan rêxistinbûyî be, piştgiriya hev bike û bi vî rengî karin pêşî li êrişan bigirin.

Parlak ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser êrişên nijadperestiyê yên li dijî HDP’ê û gelê Kurd ku dema dawî zêde bûne. Parlak işaret bi piştperdeya dîrokî ya van êrişên nijadperestiyê kir û anî ziman ku siyaseta înkar, tunekirin, qirkirin û asîmîlasyonê 100 sal in dewam dike û got, “Gelê Kurd li her cihê ku lê ye dixwaze bi çand û nasnameya xwe bijî. Lê belê ji ber vê daxwaza xwe car carna dibe hedefa êrişan. Bi taybetî ji ber polîtîkayên desthilatdariyê. Desthilatdarî gelê Kurd timî veder dike, weke terorîst radigihîne û bi vî rengî dike hedefa êrişan.”

‘NAXWAZIN WELAT DEMOKRATÎK BIBE’

Parlak ragihand, hemû desthilatdariyên li Tirkiyeyê her ku tengav dibe serî li gotinên nijadperestiyê û neteweperestiyê didin û got, “Naxwazin welat demokratîk bibe. Ji ber vê yekê jî dixwazin li dijî Kurdan şer bikin, êrişên li dijî Kurdan sor bikin û li ser vê yekê jî hebûna xwe dewam bikin.”

Parlak diyar kir, her ku desthilatdarî zimanê nefretê li ser medyayê bi kar bîne mîna li Konya, Afyon û Çorûm wê êriş rû bidin û destnîşan kir, ji ber ku edalet û hiqûq nîne, binpêkirina mafên mirovan a herî giran jî ji nedîtî ve tên.

BANDORÊ LI GIRTÎGEHAN JÎ DIKE

Parlak anî ziman, her ku li derve êrişên nijadperestiyê zêde dibin şert û mercên li girtîgehan jî giran dibin û got, “Bi taybetî li dijî girtiyên siyasî yên Kurd, nêzîkatiyên kêfî yên îradeyê rû didin. Tecrîda giran a li Îmraliyê bi xwe êrişên li dijî gelê Kurd teşwîq dike.”

‘DIVÊ GELÊ KURD RÊXISTINBÛYÎ BE’

Parlak destnîşan kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê xwe ji êrişên li dijî gelê Kurd xwedî dike û ragihand, yekane rêya pûçkirina van êrişan têkoşîna rêxistinbûyî ye. Parlak got, “Li cihê ku bêrêxistinî hebe wê êriş jî hebe. Divê em xwedî sekneke welê be ku li ber nijadperestiyê rabin. Gelê me divê li her cihî bi hev re tevbigere û li her devera rêxistiniyên me yên bajar û navçeyan hene di nava diyalogê de bin. Pêwîstiya me bi hev heye.”