Girtiyên azadiyê li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê 44 rojin di greva birçîbûnê de ne.

Bi vê çalakiyê 27’ê mijdara 2023’an tevlî pêngava Ji Rêber Apo re azadîbûn ku 10’ê cotmehê destpêkir, wê çalakiya dorveger heta 15’ê sibatê dewam bike.

Yek ji girtiyên ket greva birçîbûnê Devrim Acar e, li girtîgeha Amedê hejmar 2 dimîne.

Devrîm Acar ê ev 4 rojin di grevê de ye, li ser çalakiya xwe vê peyamê da.

Em li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ya li ser girtîgehan ketin greva birçîbûnê. Tecrîd a 25 sal in didome bingeha xwe ji înkarkirina hebûna kurdan digire.

Ji bo dawî li vê israra bêexlaqî bê em ketin greva birçîbûnê. Ev polîtîka ne tenê li Îmraliyê, li ser hemû saziyên demokratîk, bi taybetî gelê me û li girtîgehan tên meşandin. Lewma em dibêjin; ev jenosîd qedexeker e.”

Tecrîd ssiyaseteke bêexlaq û derqanûnî ya ji bo bêdengkirina mirovane. Divê neyê jibîrkirin; bêdengî mirin e. Ji ber vê em dixwazin dev ji polîtîkayên bêexlaqî û dijhiqûqî were berdan. Ji bo Rêberê me şert û mercên azadiyê bên afirandin. Hemû pirsgirêkên li Tirkiyê bi taybet ya gelê kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, dawî li pêkanînên keyfî yên li zindanan bê anîn û daxwazên me li ber çavan bigirin.

Em dixwazin hemû gel dengê me bibihîse. Tecrîd tê wateya bêdengkirinê, bêdengî jî tê wateya mirinê. Werin em li dijî mirinê dengê jiyan û azadiyê bilind bikin û bi hev re ber bi serkeftinê ve biçin.