Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli diyar kir ku şewata li Çiyayê Cûdî bi destê hêzên dewletê hatiye derxistin û got, “Li Cûdî, Gabar û Bestayê qirkirina ekolojîk heye. Dewlet dixwaze herêmê bike leşkergeh.”
Dewleta Tirk di çarçoveyê şerê tinekirinê de yê ku li dijî gelê Kurd daye destpêkirin, li Kurdistanê ji mirovan heta xwezayê her tiştî dike hedef. Di vê çarçoveyê de jî bi awayekî hovane ji Şirnexê heta Amed, Çewlik, Dêrsim û Colemêrgê her devera Bakurê Kurdistanê dişewitîne. Li herêma Çiyayê Cûdiyê şewat pêl bi pêl belav dibe. Şewata ku li gundên Gundikê Remo, Gundikê Spîndarûkê, Cifanê, Nevaqara û Avgamasya rû dabû dewam dike. Li herêmê şewatek vemire, yeka din destpê dike. Şewata ku ji hêla rayedaran ve bi ti awayî nayê vemirandin dibe sedema nêrazîbûnan. Heta niha ji ber şewatê bi sedan dar, bax û bostan şewitîne û şewat heta nêzî malên gundiyan jî bûye.
‘DIXWAZIN HERÊMÊ VALA BIKIN’
Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli ku serdana herêmê kir, der barê şewatê axivî. Işikli anî ziman ku şewata li daristanên Kurdistanê ji ber polîtîkayên şerê taybet û ya li Tirkiyeyê jî bi giranî ji ber polîtîkayên rantê rû dide. Işikli da zanîn ku li Şirnexê li hemberî xwezayê qirkirina ekolojîk pêk tê û wiha axivî: “Li Cûdî, Gabar, Besta, Licê û Dihê şewat bi destê dewletê pêk tê û li bajarên Tirkiyeyê jî xweza dibe qurbana rantê. Şewat ji hêla leşkeran ve tê pêxistin. Dewlet dixwaze herêmê vala bike û veguherîne qadên leşkerî, leşkergehan. Li cihê ku şewat derdikeve li wê herêmê demildest qereqol têne avakirin. Niha şewat li 7 cihên cuda belav bûye. Berî şewatê jî nêzî salekê bênavber cerdevanan darên li herêmê dibirin. Li gorî agahiyên gundiyan bi taybetî darên kizwanan tên birîn. Weke tê zanîn ev darên kizwanan jî çavkaniya debarê ya xelkê herêmê ye. Bi vî awayî dixwazin xelkê herêmê bi birçîbûnê terbiye bikin û rê li ber koçberiyê vekin.”
‘LEŞKER NAHÊLIN KU ŞEWAT BÊ VEMIRANDIN’
Işikli destnîşan kir ku li cihê şewat rû daye bi ti awayî hêzên dewletê destûr nadin ku welatî biçin şewatê vemirînin û wiha got: “Şewat li her devera Cûdî belav dibe. Li gorî agahiyên me ji gundiyan girtin, Komên Şefîtiya Fîrmaya Daristanê ya Şirnexê ku 7 wesayîtan xwestin biçin herêmê û şewatê vemirînin, lê leşkeran ew asteng kirine û bi hinceta ewlekariyê destûr nedan ku komên şewat vemirandinê biçin cihê şewatê û agir vemirînin. Ji xwe dewlet bi vê yekê armanca xwe nîşan dide. Hem qirkirina ekolojîk pêk tînin û hem jî destûr nadin ku ti kes biçe herêmê û şewatê vemirîne. Li herêmê me lêkolîn kir, hîna jî agir geş e û heta agir nêzî navenda bajêr bûye. Bi salan e ev birînek e, sedema vê ya sereke jî pirsgirêka Kurd e. Bi salan şer li herêmê dewam dike. Dewlet bi destê xwe daristanê dişewitîne.”




