Artêşa Tirk a dagirker piştî ku îro êrîşî Tirbespiyê kir, vê carê êrîşî Serêkaniyê kir.
Dewleta Tirk a dagirker ev hefteyek e ser hev êrîşî gundên Kobanê û Girê Spî dike û di ragihandina xwe de êrîşên xwe bi gotina “Wan êrîş kir, em parastina xwe ya meşrû dikin” dinixumînin. Dewleta tirk vê carê êrîşî sînorê Serêkaniyê û Kaniya Xezalan a bakurê Kurdistanê kir.
Dewleta Tirk a dagirker îro derdora saet 14.00’an li taxa Mihetê ya Serêkaniyê li ser sînorê rojava-bakurê Kurdistanê êrîşî cihê tov û semadê yê Serêkaniyê kir. Di encama êrîşê de zirareke madî çêbû.