Duh na pêr 10’ê Cotmehê bû; salvegera 3’yemîn a komkujî yan jî qirkirina li gara Enqereyê bû. 103 kes hatibûn kuştin û 580 kes jî hatibûn birîndarkirin. Hema hema tevaya wan kesan demokrat, aştîxwaz, siyastemedar û sivîl bûn.

Ev komkujî, piştî encama hilbijartinên giştî yên 7’ê hezîrana 2015’an pêk hat.

Şîroveya vê bûyerê wisa were kirin, ez bawer dikim dê mijar baştir û zelaltir were famkirin.

Di hilbijartinên 7’ê hezîrinê de, hikûmeta AKP’ê ya Ahmet Davutoglu bi bin ket, hilweşiya û HDP bi ser ket. Lê Recep Erdogan, ji bo ku hikûmetê li ser pêyan bihêle û heta ku hilbijartineke din pêk bîne, dest bi senaryoyên qirêj û gemar kir.

Bi lez û bez ket nav hîlebazî, sixtekarî, lîstokên siyasî û pêkanînên qirkirinê. Armanca wan a bingehîn binxistina HDP’ê bû.

Ji aliyekî ve li gel CHP û bi taybetî bi Denîz Baykal re ketin nav hinek planên neyînî û heta niha jî li ser van lîstikên siyasî tu bersivên zelal nehatine dayîn; ne ji aliyê AKP’ê ve û ne jî ji aliyê CHP’ê ve! Bi navê rêzecivînên inkişafî, dem dirêj kirin heta ku li gorî zagona hilbijartinê biryara hilbijartinên 1’ê mijdarê dan.

Ji aliyê din ve dest bi rêzekomkujiyan û qirkirinan kirin. Li Amedê dest pê kirin, li Pirsûsê pêş ve xistin û li Enqereyê mezintir kirin. Bi gotina herî zelal terora dewletê bi tundî dan meşandin, bi taybetî li dijî Tevgera Azadiyê. Erê her çendîn xistin stûyê DAIŞ’ê jî, lê welew ku rast be DAIŞ’ê kiribe jî, AKP’ê bi destê wan ev teror da meşandin.

Jixwe di wê demê de A. Davudoglu, li ser pirsa rojnamevanan got “em nikarin ji DAIŞê re bêjin rêxistineke terorîst e, belê em dikarin bêjin hinek xortên ku hêrsbûyîn an jî acizbûyîn in” û hwd. Gotinek wî ya balkêş a din jî ev bû; “Erê me ev kesên ku ji Suriyeyê hatibûn, agahiya me ji wan hebû, lê li gorî zagonên me, em nikarin li ser gotinan an jî texmînan kesekê bigirin, heta ku çalakiyan pêk neyne, em nikarin kesekê bigirin” û hwd. De kerem bike, ji kîjan alî ve mirov bala xwe didê, yên ku ev karê kirêt kirine yan jî dane kirin dewleta Recep Erdogan bi xwe ye.

Evîndarê mecnûn ê serayê Recep Erdogan, ji bo qayimkirin û temendirêjkirina desthilatiya xwe ya takekesî, ev dewlet xistiye nav hemû kiryarên xerab. Her wiha ji serpêhatiyên faşîst, dîktator, despot û hemû fermandarên zalim ên cîhanî sûd digire û li ser gelên me û welatê me dide meşandin. Lewma mirov ji bo navlêdana Recep zahmetiyê dikişîne, mirov bibêje ‘faşîst, diktator, zalim, dagirker, kujer, qirker’ û hwd. gelo bi temamî dibe bersîv an na? Ez bawer nakim. Divê mirov ji bo vî kesî di lîteratorê de hinek gotinên din peyda bike! Roj bi roj temenê desthilatiya wî kêm dibe. Di çirava Idlibê de, ew ê hem derbên siyasî û hem jî yên leşkerî yên giran bixwe. Her wiha di Efrînê de jî ew ê derbexwarina wî dewam bike û li hemû Rojava û her deverê Kurdistanê, edî gav bi gav ber bi şikestinê ve diçe. Qeyrana aborî, siyasî û civakî li hundir roj bi roj zêdetir dibe. Ew bûyera rojnamevanê siûdî gelek balkêş e û ev nîşaneyeke girîng a têkçûna têkileyên wan û qaşo dostên wan ên ereb û misilman e. Her wiha rojnamegerê rojnameya Amerîkayê ye jî! Ev mûamma, nîşana tevliheviya karê qada dîpolmasiyê ye jî. Ji Trump heta Recep, bi tenê dibêjin ‘em ji vê bûyerê gelek nerihet in’! Siûdî jî bêdeng e û her wiha gelek dewletên têkildar jî bi hesab û kîtab li vê bûyerê temaşe dikin. Di vê çiravê de gelek hêz û dewletên desthilat, ew ê derbên mezin bixwin. Ji ber ku wan bi xwe ev atmosfer ava kiriye û cezayê mezin jî ew ê bi xwe bikişînin û di serî de bêguman Recep.

Ahmet Aktaş