Li gorî çavkaniyeke ji navçeya Şêrawayê, dewleta Tirk a dagirker 21′ê Tebaxê bi piştgiriya rêxistina ‘Enser El Filistîniye’ 32 malbatên ku piraniya wan Tirkmen in, bi darê zorê ji Tirkiyeyê şandin û li avahiyeke mêtingehiyê ya li Şêrawayê bi cih kirin.
Çavkaniyê anî ziman ku avahî di vê dema dawî de li gundê Xalidiyê yê li çiyayê Lêlûnê yê li Şêrawayê hatibû avakirin.
Şêniyên Efrînê yên ji 2018′an ve koçber bûne, diyar kir ku penaberên sûriyeyî yên bi darê zorê ji Tirkiyeyê ber bi Efrînê ve tên şandin, li mal û avahiyên mêtingehiyê tên bicihkirin, nîşaneyeke aşkere ya guhartina demografiyê ye.
Çavkaniyeke ji Girê Spî jî ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker 160 penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê di deriyê sînor re radestî çeteyên xwe kirin da ku wan li Kantona dagirkirî bi cih bikin.
Çavkaniyê diyar kir ku penaber ji gundewarê Heleb, Idlib, Dêrazor û bajarên din ên Sûriyeyê ne.
Hejayî bi bîrxistinê ye ku zêdetirî 900 penaberên sûriyeyî ku 25 ji wan Iraqî ne, ji destpêka meha borî de hatine.
Hejmara penaberên ku ji destpêka nîsana borî ve li kantona Girê Spî ya dagirkirî hatine bicihkirin, gihîşt 25 hezarî.