Seroka Komîsyoana Sivîl a Tirkiyeyê li Yekîtiya Ewrupayê Prof. Dr. Karîane Westrheîm, derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji JinNewsê re axivî.
Karîane Westrheîm, bibîr dixe ku bikaranînan çekên kîmyewî li gorî Peymana Çekên Kîmyewî ku Tirkiye jî alîgirê wê ye, qedexe ye.
Tê wateya binpêkirina giran a mafê mirovan û hiqûqê.
Karîane Westerheîm wiha dewam dike;
“Bikaranîna çekên kîmweyî, tespîtkirina wan ji ber astengiyan zehmet bû.
Mixabin hîna ekîba lêpirsînê nikare biçe herêmê.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW, di vê mijarê de xwedî rolek girîng e.
Netewên Yekbûyî jî di nav de divê hemû civakên navnetweyî li dijî vê ji bo lêpirsînek bê alî zextan bikin.”
Di dewama nirxandinên xwe de Karîane Westrheîm, bibîr dixe ku OPCW lêkolîneke cidî nake û ev jî dike ku Tirkiye van çekan bikar bîne.
“Di lêpirsîna YE û OPCW’ê de tiştek derneket.
Di raporê de der barê binpêkirina mafan de hinek tespît hatin kirin, lê tespîtên teqez nehatibûn dîtin.
Ev rewş jî nîşan dide ku tu kes girîngiyê nade mijarê.
Ev rewş zirarê dide baweriya bi mekanîzmayan.”
Tevî ku Tirkiye bi israr dibêje;
Stoka wan a çekên kîmyewî tune ye jî, di 2019’an de derketibû holê ku Îngilistanê 70 heb ruhsatên muhîmata fosforê daye Tirkiyeyê.
Karîane Westrheîm ji bo vê mijarê jî wiha dibêje;
“Ev rewş rê li ber fikarên mirovî, etîk û qanûnî yên cidî vedike.
Ev rewş hewcedariyê bi hiqûqa mirovî ya navneteweyî û peymanan dibîne.
Divê ev bi awayekî lezgîn û berfireh bên lêpirsînkirin û lêkolînkirin.
Prof. Dr. Karîane Westrheîm, herî dawî jî bibîr dixe ku Tirkiye ji ber nêzîkatiyên NATO, DYA û YE’yê dikare van êrîşan bike û dibêje;
“Li gorî min divê Kurd pisgirêka xwe bixwe çareser bikin.
Dîplomatên xwe bigihînin û li ser civaka navneteweyî ferz bikin ku cidî nêzîkî mijarê bibin.”