Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî ji 18‘ê Adarê ve gefê li jiyana sivîlan dixwin, di heman demê de xwezaya Efrînê û şûnwarên wê xirab dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji hundirê Efrînê dane, dagirkeriya Tirkiyeyê bi mebesta ku rêya Idlibê ya ber bi herêma Cindirêsê ya Efrînê veke, daran jê dike. Çavkaniyan diyar kir ku dirêjahiya rê 40 mître ye, ji gundê Etmê yê Idlibê heya gundê Dêrbelût ê herêma Cindirêsê ya Efrînê ye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ji bo planên xwe pêk bîne bi dehan darên zeytûn û hinaran ên bitemen birîne.