Li mezraya Tunagragê ya girêdayî gundê Herîdan a navçeya Pîran a Amedê kamera bi kaniya ku gundî avê jê tînin ve kirin.
Gundiyên ku ji kameraya bêyî agahiya wan bi kaniyê ve hatiye kirin aciz bûn dê giliyê bikin.
Têkildarî mijarê yek ji şêniyên mezrayê Kadriye Karatay nerazîbûn nîşan da û got:
Dema em duh çûn ser kaniyê me ferq kir ku kamera bi dara li hemberî kaniyê ve kirine.
Beriya niha jî kesên ku em difikirin ji îstîxbaratê ne hatine gund.
Bawer im kamera wan pê ve kirine.
Em hemû pêdiviyên xwe yên weke av û paqijiyê ji kaniyê pêk tînin.
Bi pêvekirina kamerayê qada me ya jiyanê tacîz dikin.
Mahremiyeta me tê binpêkirin û tên temaşekirin.
Em ve yeke şermezar dikin û qabûl nakin.
Gerek dimildest ev kamera were rakirin.