Dewleta Tirk a dagirker ji 32 mehan ve ye ava çemê Firatê qut dike. Di encamê de hem rêjeya avê û hem jî ava golên li paş bendavên herêmê bi ji sedî 85 kêm bûye.

Gerînendeyê Bendeva Rojava (Tişrîn) Hemûd El Hemadîn got:

“Asta depokirî ya gola bendava Firatê 304 metre jorî deryayê ye. Niha gihaştiye 297 metreyan. Yanî 6 metre jê kêm bûye. Ev tê wê wateyê ku gola xebitandina bendevê, bi temamî hatiye xerckirin. Ev rewşa felaket e.”

Hemadîn destnîşan kir ku heman rewaş li gola bendava Tişrînê jî heye ku derdora ji sedî 85`ê depoya wê hatiye xerckirin.

El Hemadîn got:

“Rêveberiya Giştî ya Bendavan, Nivîsgeha Enerjiyê, di vî warî de, gelek tedbîr girtin, bernameyên xebitandinê û bikaranîna baş a avê danîn da ku rê li pêşiya xerckirina ava zêde bigirin.

Lê ji ber kêmbûna berdewam a çem, me ev rêgez derbas kir û niha li asta sifir in ku tê wateya rawestandina bendavê bi temamî.”

El Hemadîn anî ziman:

“Li bendava Tişrînê 6 torbîn hene. Niha tenê 2 torbîn ji bo 6 saet an jî 7 saetan li gorî derfetê, tên xebitandin. Li bendava Firatê jî, ji bingeha 8 torbînan 1 yan 2 torbîn tên xebitandin.

Xwest ku aliyê Tirk li gor peymanan tevbigere û avê berde, çem ji bo herêmê damarê jiyanê ye, ger nebe wê karesatên mezin rû bidin.”