Desthilatdariya AKP-MHP’ê, êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêma parastina Medya ku Garê navenda wê ye didomîne.

Beriya niha bi hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK’ê re hevditîn kir û di nava têkiliyeke xurte ye. Bênavber bi navên cuda hêzê dişîne qadên gerîla.

Berê jî hêzên PDK’ê li ser navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê li van herêman hatibûn bicihkirin.

Hate zanîn hêzên Zerevanî û Gulan ên PDK’ê ku di bin navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê de şandibûn herêmê, çûne Sîda û Şêladizê û wê 15 qeraqolan li wir ava bikin.

Dewleta Tirk a ku xwest nerazîbûnên li dijî hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk bi şêwayên cuda bişkîne, vê carê ji bo ku cerdevanan li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi kar bîne ket nava tevgerê.

Bi sedan cerdevanên ji Geverê ji bo tevlî êrîşa dagirkeriyê ya nû bibin hatine diyarkirin.

ANF’ê xwest gihand lîsteya navên cerdevanên li Fermandariya Cendirmeyan a navçeya navendî ji bo şerê dagirkeriyê hatine erkdar kirin.

Navê 80 kesî di lîsteyê de heye, ji nav û paşnavê wan diyar dibe, ji kuderê ne, hejmarên telefonên wan heta koma wan a xwînê, ji hejmara nasnameya wan a TC’ê heta wezîfeyên ku girtine, agahî hene.