Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, ji dema ku bi komploya navneteweyî rehîn hatiye girtin û heta îro dibin tecrîdê de tê girtin.
Lê Rêber Abdullah Ocalan, bi paradîgmeya ji bo gelên Rojhilata Navîn, bersiv da kiryarên dewleta Tirk û komplogeran. Ji sedema ku nikarîbûn fikir û ramanê Rêber Ocalan pûç bikin, serî li tecrîdê dan. Tecrîd, rastiya dewleta Tirk ya faşîst û kiryarên antî demokratîk teva eşkere kirin.
Dewleta Tirk, zêdetir ji 2 salan e ku, bi behanyên pûç û ne rast, hevdîtina parêzer û malbata Ocalan û girtiyên din asteng dike. Herî dawî jî, serlêdana parêzeran ya li Serdozgeriya Komarê ya Bursa, bi biryarek skandal red kir.
Dadgeriya Înfazê ya Bursa, hejmar 1emîn derbarê Ocalan û girtiyên din `Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş` de, di 6’ê Îlona 2018’an de biryarek nû da. Dadgeha Cezayê Giran hejmar 1emîn jî, pêşniyaza dozgeriyê erê kir û hevdîtinên li Imralî 6 mehan qedexe kir.
Cezayê hucreyê jî, li ser nameya 156 rûpelî ya Rêber Ocalan, ku di navbera 2005 û 2009 de nivîsîye hatiye dayin. Dozgeriyê behaneya ku Ocalan, bi riya parêzeran talîmatan dide rêxistinê û civakê, parêzer bi navbeykariyê û Rêber Ocalan jî bi talîmatdayinê sucdar kir. Dozgeriyê, ji bo Rêber Ocalan gotina “dikare talîmatan bide” bi kar aniye. Ev gotin jî dide xuya kirin ku suc ne hatiye kirin, lê îhtîmal heye ku suc bê kirin.
Li ser van gotinên ku cihê wê di hiquq de nîne, Dadgeha Cezayê Giran hejmar 1emîn daxwaza dozgeriyê erê kir û hevdîtina parêzeran a bi Rêber Ocalan û girtiyên din re 6 mehan qedexe kir. Biryar jî wek skandaleke nû ya hiquq hate binavkirin.
Dewleta Tirk , ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve, nahêle ku parêzerên Bûroya Hiqûq ya Sedsalê biçin Îmraliyê û bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Dewleta Tirkiyê kanunên xwe, hiquqê gerdûnî bin pê dike û hemû serlêdanên parêzer û malbatên Ocalan û girtiyên din ên li Imralî bi behaneyên pûç û ne rast red dike. Biryara dawî ya Dadgeha Tirk jî, skandalek hiquqî ye û rêyek nû ya astengkirina hevdîtinên li Imralî ye.
Di qada navneteweyî de jî, Komîteya Pêşîgirtina Êşkencê (CPT), ku di vê mijarê de mûxatab e û xwedî helwest e, mixabin bi rola xwe ranebû û helwesta xwe jî nîşan nêda.