Fîkret Guzelaydin 69 salî ye, li girtîgeha Panosa Agiriyê tê girtin.

Ev 30 salin girtiye, lazime were berdan, lê dewleta Tirk wî bernade.

Dewlet dema davêjin ser koxuşê dest tadînin ser hin pirtûkan vê jî dikin hêncet û wî bernadin.

Piştî dewlet davêje ser koxuşan û dest datîne ser pirtûkan şunde berdarê 50 girtiyan de destbi lêpirsînê dike.

Ji bo Fîkret Guzelaydin bernede, vê dike hêncet.

Fikret Guzelaydin yek ji wan girtiyan e, di lîsteya girtiyên xweşên ÎHD’ê de cih digire.

Di mejiyê de wî de, tumor heye, kezeba wî mezin dibe, nexweşiya sinuzît, migren, ulsera meidê pêre heye.

Her wiha tansiyona bilind jî li gel heye û damarên wî diperçiqin, sedî 10 damarên wî girtîne.

Şert û mercên girtîgehê ku nexweşiyê çêdike, nexweşiyên Fîkret Guzelaydin giran dike.

Tevî ev qas nexweşî û 30 sal cezayê hepsê saziya tiba edlî ya dewleta Tirk rapora dikare di girtîgehê de bimîne dayî wî.

Malbata wî jî gotin.

Berdana wî asteng dikin, heta niha ti xeberek zelal nedane me. Nexweşiyên wî her ku diçe nebaş dibe, êdî nikare di girtîgehê bimîne. Lazime rojek berî rojekê bê berdan.