Wêrankirina dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li kantona Efrînê didome. Ji aliyekî din ve jî çavkaniyên herêmî ragihand ku dewleta Tirk hezar û 500 çete tevî malbatên wan birin Ezaz û Babê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji destpêka ku kantona Efrînê dagir kir, 3 hezar sivîl ku di nav de zarok û jin jî hene, revandin. Çete jî ji bo berdana sivîlan, pereyan wek fîdye ji malbatên wan dixwazin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê berî 5 rojan, 18 sivîl ji gundên navçeya Mabata revandin û ew ber cihên nediyar ve birin.

Navên kesên ku hatine revandin wiha ne: Xebat Misteva Şahîn ji gundê Kewkebê, Zekeriya Nebî Şahîn, Fexrî Mihyedîn Hemû, Misteva Eşref Hemûş ji gundê Şêx Kêla, Mehyedîn Qere ji gundê Efraz, Selah Mamo, Xebat Hisên, Mistefa Aqîl, Îbrahîm Cîlo ji gundê Kolikê, Demhad Fexrî Hemûş ji gundê Kewkebê û Îbrahîm Hemûş jî gundê Şêx Kêla.

Li gorî heman çavkaniyan, heta niha çarenûsa kesên ku hatine revandin ne diyar e.

Artêşa Tirk a dagirker pereyan nade çeteyên xwe û dihêle ku çete mal û milkên sivîlan talan bikin. Di vê çarçoveyê de, çeteyên koma Firqet El-Hemzat ji şêniyên gundê Kerzîlê yê navçeya Şêrawa re gotiye ku kesên 3-5 milyon lîreyên Sûriyê bidin, dikarin pezê xwe li giran biçêrînin û kesên nedin jî nikarin pezê xwe li wan giran biçêrînin.

Çete ber bi Ezaz û Babê ve diçin

Çavkaniyan diyar ku 30 erebeyên leşkerî duh ji navçeya Cindirêsê ber bi Ezaz û Babê ve çûn, bêyî ku sedem were naskirin.

Her wiha piştî civîna îstixbaratên Tirkiyê li gundê Cobana yê navçeya Raco, artêşa Tirk hezar û 500 çete tevî malbatên wan birin Ezaz û Babê yên bakurê Helebê. Lê heta niha sedema derketina çeteyan nehatiye zanîn.

(eh)